Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê destûra bingehîn a nû bê rojevê 2025-03-01 10:30:13 AMED- Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo pêvajo bidome divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got ku divê destura bingehîn a nû bê rojevê.  Di 27'ê sibatê de Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Sirri Sûreya Onder, Cengîz Çîçek, siyasetmedar Ahmet Tirk, Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan û parêzerê OHD Faîk Ozgur Erol li Grava Îmraliyê bi Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan re hevdîtin kirin. Şande piştî hevdîtinê li Stenbolê peyamê Abdullah Ocalan bi civîna çapemeniyê bi raya giştî re parve kir. Li Amed û Wanê jî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi beşdariya hezaran hat guhdarkirin. Rêberê PKKê Abdullah Ocalan gelê ji kurd, tirk û cîhanê re “Civaka Aştî û Demokratîk” bangeke dîrokî kir. Pîştî bangê li Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek gengeşe dest pê kirin.    Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û pêvajoyê axivî.   Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku ji bo pêvajo bidome divê şert û mercên Abdullah Ocalan bên başkirin û got ku divê destura bingehîn a nû bê rojevê.    ‘BANGAWAZÎ NE DAWÎ YE, DESTPÊK E'   Guleç bal kişand ser eleqeya raya giştî ya navneteweyî ya ji bo bangawaziyê û anî ziman ku ev bangawazî hatiye qebûlkirin û got: "Bi vê daxuyaniyê bawerî û hêviya gel a ji bo aştiyê zêde bû. Helbet ez vê rastiyê jî dizanim ku aştî bi yek bangê pêk nayê. Gel jî bi vê yekê dizane, lê ev bang ne dawî ye, destpêkek e. Ji ber ku ev bangawaziya xwe ya nû ye Bi rastî ev banga Ocalan wê çawa ji raya giştî re bibe bersiv "Çawa ku bertekek di civakê de çêkir û raya giştî ya navneteweyî bi erênî nêzîkatî lê kir, em hêvîdar in ku di warê siyasî û leşkerî de jî bibe bersiv û beşdarî pêvajoyeke erênî bibe."   Abdulkadîr Guleç da zanîn ku platforma ku 123 saziyên sivîl di bin sîwana Platforma Parastina Bajêr û hevkarî ya Amedê xebat dimeşînin partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî û got: “Me wekî platform li ser vê pêvajoyê partiyên Tirkiye û partiyên Kurdistanê re civîn pêk anîn. Di wan civînê me de hemû partî jî vê pêvajoyê erênî dibinin. Lê em dixwazin gavên xurtir bên avêtin û bêtir xwedî pêvajoyê derkevin. Em jî wek Baroya Amedê di gav avêtina qanûnî de çi bikeve ser milê me e