OHD: Ji bo 'mafê hêviyê' divê sererastkirinên qanûnî bên kirin 2025-03-01 12:36:22 AMED - Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz diyar kir ku divê demildest ji bo "mafê hêviyê" yê Abdullah Ocalan sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bên kirin. Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) der barê "mafê hêviyê" yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li avahiya şaxa xwe ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên Giştî yên OHD'ê Ekîn Yeter û Serhat Çakmak jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Çakmak bal kişand ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a di 27 'ê Sibatê de û got ew ji bo xebatên hiqûqî amade ne.   Yek ji rêveberên navenda OHD'ê Şevîn Kaya jî got ku banga dîrokî ji bo avakirina aştiya demokratîk û veguherîneke dîrokî ya li Tirkiyeyê di serdemeke krîtîk de ye û wiha got, "Gotinên birêz Ocalan ên, 'Bêguman di pratîkê de danîna çekan û feshkirina PKK'ê, naskirina siyaseta demokratîk û pêkanînên hiqûqî ferz dike' vegotina pêwîstiya bidawîbûna pevçûnan û teşegirtina pêşeroja hevpar a gelan a li ser bingeha aştiyê ye û bangeke dîrokî ye.”   Şevîn Kaya, da zanîn ku ji bo ketina meriyete ya bangê û xurtkirina diyalog û çareseriya demokratîk pêngava herî lezgîn rakirina pergala tecrîdê ya Îmraliyê ye û wiha berdewam kir: "Eşkere ye ku ji bo aştiyeke mayînde divê polîtîkayên tecrîdê demildest bi dawî bibin û şert û mercên ku birêz Ocalan karibe rola xwe bilîze bên afirandin. Ji vî alî ve divê pîvanên gerdûnî yên hiqûqê û biryara 'hêviyê' ya DMME’yê ya li ser birêz Ocalan ku zêdeyî 10 sal in bi cih nayê anîn, tavilê bi cih bên.   Tecrîda li ser birêz Ocalan ne tenê binpêkirina mafên takekesî ye, di heman demê de li pêşiya siberoja demokratîk a civaka Tirkiyeyê asteng e. Polîtîkayên tecrîdê çareseriyên aştiyane asteng dikin. Weke pêwîstiyeke pergala civakî ya demokratîk, ji bo pêvajoyên diyalog û muzakereyê werin xebitandin divê azadiya birêz Ocalan were misogerkirin û rê li ber bê vekirin ku di vê pêvajoya girîng a jê re hatiye gotin de weke aktorekî aktîf cih bigire.   Weke Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, li ser navê siyaseta demokratîk û aştî avakirinê, em daxwaza rakirina sîstema tecrîdê ya Îmraliyê weke pêwîstiyeke hiqûq û mafên mirovan û tavilê bicihanîna sererastkirinên qanûnî yên ji aliyê mafê hêviyê ve tê xwestin, dikin. Em bang li hemû raya giştî û rayedaran dikin ku guh bidin li vê banga demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û rêveçûna pêvajoya aştiyê."   'MAFÊ HÊVIYÊ' ÇI YE?   'Mafê hêviyê' dema ku girtî yek ji wan cezayê giran ê muebbetê lê tê birîn, bêyî ku mafê berdana bi şert were girtin e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014'an de biryar da ku 'mafê hêviyê' yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (YE) di civîna xwe ya navbera 17-19 'ê Îlonê de biryara binpêkirina DMME’yê nîqaş kir û hişyarî da Tirkiyeyê ku divê tedbîrên pêwîst bêyî dereng werin girtin, naxwe wê di îlona 2025'an de di civînê de biryareke demkî were amadekirin. Lê belê tevî biryara 'îxlalkirinê' û hişyariyan jî hê ti gav nehatiye avêtin.