Danişîna parêzvanê walî ku destdirêjî li zarokekê kiribû sibê ye 2025-03-02 10:42:12 ŞIRNEX - Danişîna doza parêzvanê walî O.Y. ku li Şirnexê destdirêjî li zarokek a 15 salî kiribû dê sibe were lidarxistin. Parêzer Emîne Ozdemîr ji bo tevlibûna danişînê bang kir û got: “Bersûc tê parastin. Divê em tevek xwedî li vê dozê derkevin.”   Zaroka 15 salî ya ku piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan ên navenda wan Mereşê tevî malbata xwe hatibû cem xizmên xwe yên li Şirnexê, di mehên Hezîran-Tîrmeha 2024’an de ji hêla polîsê bi navê Oguzhan Yucesoy ve ku li Walîtiya Şirnexê weke parêzvan dixebite, hate tecawizkirin. Piştî îfadeya zarokê li cem pedagog hate girtin, der heqê faîl Yucesoy de ji ber sûcên “îstîsmara zayendî ya biwesf a li dijî zarokê”, “Bêparhiştina ji azadiyê” û “Tundiya li dijî jinê” îdianame hate amadekirin. Faîl Yucesoy ku ji peywirê hate dûrxistin, tevî ku dozgeriyê 4 caran daxwaza girtinê kir jî bi awayekî negirtî tê darizandin.      Seroka Komîsyona Mafên Jin û Zarokan a Baroya Şirnexê Emîne Ozdemîr têkildarî danişînê axivî.    'ÎSTÎSMAR DI WESAYÎTA BIZIRX A WALÎTIYÊ DE HATIYE KIRIN’    Emîne Ozdemîr, diyar kir ku bersûcî gelek caran tecawizî zarokê kiriye û wiha got: “Bersûc O.Y. li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê tê darizandin û parêzvanê walî ye. Mexdûr û dayika wê ji ber erdheja li Hatayê hatin cem xizmên xwe yên li Şirnexê. Bersûcî, hevaltiya xwe ya bi dayik û xaltiya zarokê re nebaş bi kar anî û gelek caran îstîsmara zayendî ya biwesf li dijî zaroka 15 salî ya demekî nêz berê bavê xwe winda kiribû, kir. Ev îstîsmar, di wesayîta bizirx a a walîtiyê de hate kirin.”    'BERSÛC TÊ PARASTIN’   Emîne Ozdemîr, da zanîn ku ji destpêkê heta niha bersûc tê parastin û wiha pê de çû: “Pirsên şandeya dadgehê ji zarokê dikirin, bi kodên tehekûma nêrza bûn û zarok sûcdar dikir. Pirsên weke ‘tu çima nereviyay, te çima qêrî nekir?’ û hwd. ji zaroka mexdûr kir. Em hîn bûn ku bavê bersûcî berê midûriyetê emniyetê bû. Her wiha bersûc jî parêzvanê wlaî bû. Lewma tevî dozger sê caran xwest bersûc were girtin jî nehat girtin. Li gorî me bersûc tê parastin.”   'XWEDÎDERKETINA LI VÊ DOZÊ ERKA ME TEVAN E’    Emîne Ozdemîr, got ku polîtîkaya necezakirinê bi destê darazê tê rewakirin û wiha bi dawî kir: “Divê hemû rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan vê dosyayê bişopînin. Bi taybet jî dema faîl hêzên ewlekariyê bin, polîtîkaya necezakirinê dixin meriyetê. Ji ber ku ev kes peywira xwe xerab bi kar tînin divê cezayên girantir li van kesan bên birîn. Lê mixabin berevajî vê tevdigerin. Ev jî fikarên me zêde dikin. Ji bo têkoşîna me ya hiqûqî bêhtir deng vede, divê rêxistinên jinan û mafên mirovan piştgiriyê bidin. Bi vê yekê re em ê bihêztir bibin. Xwedîderketina li vê dozê erka me tevan e.”    Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Ayşegul Dogan û Newroz Uysal Aslan jî têkildarî mijarê pêşnûmepirsek dan Meclisê û xwestin Wezareta Karên Hundir bibersivîne.    Danişîna 2’yemîn a dozê dê di 3’yê Adarê de li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê lidarxistin.    MA / Zeynep Durgut