Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê: Qeyûm dest bi talanê kir 2025-03-03 12:57:17   WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin diyar kirin ku rêveberiya qeyûm ji şaredariyê alavan derdixîne û dest bi talankirina amûrên serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan kiriye.    Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, têkildarî geşedanên piştî tayînkirina qeyûm li ser hesaba xwe yên medyaya dijîtal daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rêveberiya qeyûm alav û amûran ji şaredariyê derdixîne, hinek proje betal kiriye û çavkaniyên cemaweriyê pêşkeşî rantxwiran tên kirin.    Bi domdarî di daxuyaniyê de hate diyakirin ku melzemeyên li Navenda Jiyanê ya Jinan ji avahî hatine derxistin, mase û kursiyên ji bo qursên xwendin-nivîsandina Kurdî hatine derxistin û tiştên Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan jî hatine talankirin.    Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêveberiya qeyûm hewl dide Atolyeya Zîv û Atolyeya Kilîmê ku di çarçoveya projeyên ji bo jinan de hatine destpêkirin, bi hinceta “hewcehî pê nîne” bigire.    BERNAMEYÊN PIŞTGIRIYÊ HATIN BETALKIRIN    Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêveberiya qeyûm her wiha projeyên ji bo xêra gel jî hedef digire. Hat diyarkirin ku betalkirina projeya nûkirina binesaziya ava vexwarinê û projeyên JINKART û Sosyal Kartê jî weke mînak hatin nîşandan.    Hevşaredaran herî dawî wiha bang li rêveberiya qeyûm kirin: “Lê belê jibîr nekin; çavê me li ser we ye û em hemû kiriyarên we dişopînin. Dibe ku we şaredariyên me xesp kiribin lê hûn nikarin van veşêrin. Em dizanin ka li wir kî çi sûcan dike. Piştrast bin ku dê encamên vê yên hiqûqî hebin. Lewma demek beriya demekî dev ji vê talanê berdin.”