DEM Partî: Dewlet û îktîdar muxatabên banga Ocalan in HATE NÛKIRIN 2025-03-03 15:05:50 ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku dewlet û îktîdar yek ji muxatabên sereke yên banga Abdullah Ocalan in û got: “Divê bi çarçoveyên qanûnî bersiva vê firsendê were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin.”    Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiyê têkildarî rojevên di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) de û “Nexşerê”ya tê nîqaşkirin de daxuyanî da.    Ayşegul Dogan diyar kir ku piştî bana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevahiya lijneyên partiyê civiyane û civîn hêj didomin. Ayşegul Dogan, anî ziman ku dê civînên wan bidomin.    ‘EM AMADE NE, DÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRIN’   Bi domdarî Ayşegul Dogan anî ziman ku banga Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng vedaye û ew piştgiriyê didin bangê. Ayşegul Dogan, wiha domand: “Dixwazim vê yekê li ser navê MYK’a me bi we re parve bikim. Weke partî, ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” bikeve meriyetê, em ji bo her tiştên pêwîst amade ne û em ê di vê mijarê de ji înîsiyatîfê xwe nedin paş. Ji bo ev bang bikeve meriyetê û pêvajoya ji niha şûnde bileztir bikeve meriyetê, em amade ne ku înîsiyatîfê li xwe bigirin.    Ne tenê li Tirkiyeyê, ji gelek deverên cîhanê têkildarî banga birêz Ocalan daxuyanî hatin dayin. Heke Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan li hemû cîhanê deng vedabe, ev yek nîşan dide ku pirsgirêka demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê bi Tirkiyeyeyê bisînor e.    DÊ RÎSK ÇAWA JI HOLÊ RABIN?   Banga em qala wê dikin, vekirina rêya siyaseta demokratîk û berfirehkirina wê ye. Ev bang çima hemû cîhanê eleqeder dike? Ji ber ku şerê li herêma me, li Rojhilata Navîn û cîhanê bi aştiyê biencam nebûne lewma. Lewma bangekî girîng û biqîmet e. Di bangê de ji bo aştiyê bang hatiye kirin. Divê ji bo aştiyê bilezûbez gav bên avêtin ku rîskên heyî ji holê rabin.    BANG JI BI KÊ YE?    Lewma ev bang ji bo me tevan e. Ne tenê kesên li vî welatî dijîn, her wiha kesên li derveyî welat lê bi hêviya demokratîkbûn û aştiyê bedel dayin jî ye. Muxatabê vê bangê ji bo her kesên aştîxwaz û demokratîkhez e. Bêguman îktîdar û dewlet e. Birêz Ocalan pir bi zelalî vegotiye. Divê ev firsend ji dest neyê dayin. Ji bo vê firsenda girîng, peyamên pitevaniyê yên girîng hatin dayin.    JI BO AŞTIYA TIRKIYEYÊ FIRSENEDEKÎ GIRÎNG E    Êdî tam dema cîbicîkirina pêdiviyên van gotina ye. Yek ji tiştên dihat mereqkirin jî helwesta Qendîlê bû. Têkildarî vê mijarê gelek nûçeyên spekulatîf hatin weşandin. Lê PKK’ê daxuyaniyeke dîrokî da. PKK’ê agirbest ragihand. Weke DEM Partiyê em ji vê daxuyaniyê gelek keyfxweş bûn. Vê daxuyaniyê, hêz da firsenda heyî. Tirkiyeya ku em dixwazin bibînin ew e ku şer bi temamî ji holê rabe û aştiyeke mayinde bikeve meriyetê. Lewma ev firsendeke girîng e.    BANG LI DEWLET Û ÎKTÎDARÊ KIR   Divê ev daxuyanî jî weke gaveke girîng were dîtin. Divê dewlet û îktîdar ji bo avabûna şert û mercên pêwîst tiştên hewce bike. Weke DEM Partiyê em bang dikin. Girîng e ku bi demê re neyê vehêlandin. Lewma ya ku divê were kirin ev e, divê her tişt ji bo ev Banga Aştî û Civaka Demokratîk bikeve meriyetê were kirin.    MECLIS DIKARE GELEK TIŞTAN BIKE    Gelo Meclis dikare di vê rewşê de çi bike? Meclis dikare gelek tiştan bike. Hem hevserokên me yên giştî hem jî wekîl û hwd. gelek caran tiştên ku Meclis dikare bike vegotin. Şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina li Îmraliyê, cara ewil li Meclisê hevdîtin kir. Gelek kesan Meclis weke navnîşan nîşan dan. Zemîneke girîng e. Divê em çi bikin? Ji bo hiqûq, maf, azadî, demokrasî û pergala edaletê ji bo her kesî bin. Anku divê rêgezên hiqûqa demokratîk bikevin meriyetê. Meclis zemîna cîbicîkirina vê ye.    DIVÊ BI ÇARÇOVEYÊN QANÛNÎ BERSIV WERE DAYIN    Birîneke xedar heye û divê were dermankirin. Lewma divê bi lez û bez û bi çarçoveyên şênber ên qanûnî bersiv were dayin ku fikarên heyî ji holê rabin. Tişta ku dê rîskan ji holê rake jî ev e. Divê ev îradeye were nîşandan û di vê mijarê de di qanûn bên sererastkirin.    REWŞ GUHERΠ   Bi sala ye em dibêjin ku navnîşana çareserî û aştiyê birêz Ocalan e û muxatabê esasî ew e. Me got ku deriyên Girava Îmraliyê vekin û îxtîmala tiştên dikarin biguherin em bi hev re bibînin. Hêj ev derî baş nehatine vekirin û fikrên birêz Ocalan negihiştine gel lê dîsa jî rewşa Tirkiyeyê diguhere. Em bi hev re li ser îxtîmala aştî û çareseriya demokratîk dikin. Em qala îxtîmala bi temamî xelasbûna şer dikin. Mafê aştî û demokrasiyê yê me tevan e. Lewma divê her kes li dijî vê bangê xwe berpirsyar bibîne.    DIBE KU KORTIYA DILXWAZÎ BE   Nîqaşên têkildarî pêvajoyê ku hin kes dibêjin li pişt deriyan bazarî hene, armanc ew e ku rejîma heyî mayinde bikin, dixwazin me bixapînin û hwd. Nîqaşên bi vî rengî tenê dikare bibin kortiya bi dilxwazî. Van rêbazan heta niha bi gel nedan qezenckirin û bi Tirkiyeyê da windakirin. Lewma em dibêjin ku werin em bi hev re qezenc bikin.    DÊ LI 101 NAVENDAN BI GEL RE BICIVIN    Berdevka Meclisa Jinan jî îro diyar kir ku weke jin dê bi awayekî xurt xwedî li vê bangê derkevin. Newroz tê û em bi vê coş û hêviyê xwe ji bo Newrozê amade dikin. Weke DEM Partiyê em ê di rojên pêş de dîsa dakevin qadan. Dê bi rojeva Banga Aştî û Civaka Demokratîk bi gel re bicivin. Dê li 101 navendan bi gel re bicivin. Em ê aştiyê vebêjin. Em ketin serdemeke wisa ku dê bi hev re ava bikin. Em ji xwe û ji tecrûbeya xwe bawerin. Nexşerêya me her tim hebû. Jixwe bernameya me li ser vê hatiye avakirin.    HEVDÎTINA BAHÇELÎ Û DEMÎRTAŞ PIŞTRAST KIR    Me her tim piştgirî daye diyaloga di navbera partiyan de. Em hevdîtina bi Demîrtaş û Ahmet Turk re piştrast dikin."