DEM Partî ji ewilî çû serdana CHP’ê 2025-03-05 14:49:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya DEM Partiyê ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de ne, dê di 10’ê Adarê de biçe serdana CHP’ê.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah a di 27’ê Sibatê de, dest bi serdanên partiyên siyasî dike. Şandeya ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de ne, dê ji ewilî biçin serdana CHP’ê. Serdana şandeya DEM Partiyê dê di 10’ê Adarê saet di 13.00’ê de li Navenda Giştî ya CHP’ê bê kirin.