Danişîna hevşaredar Amak bi dawî bû 2025-03-05 16:17:06   MÊRDÎN - Danişîna doza Hevşaredarê Artukluyê Mehmet Alî Amak û 4 kesên din jê dihatin darizandin, hate taloqkirin.    Di sala 2016’an de li şaredariyên di bin rêveberiya DBP’ê de qeyûm hatin tayînkirin. Der heqê endamê meclisa şareadriyê ya wê demê û Hevaşredarê Artukluyê yê DEM Partiyê yê niha Mehmet Alî Amak û siyasetmedar Newroz Turk, Abdulbakî Guneş, belavkarên rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Ayşe Saritag û Erdem Kaymaz bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna 3'yemîn a dozê jî li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kesên negirtî tên darizandin tev li dozê nebûn lê parêzerên wan amade b3un.    Dozger, mutalaaya xwe berê dubare kir û xwest Amak û kesên din bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” bên cezakirin. Her wiha xwest ji îdiaya “fînansoriya rêxistinê” jî beraet bikin.     Piştre jî parêzeran parastin kirin. Parêzeran xwestin kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û ji bo parastinê dem jê re were dayin. Şandeya dadgehê demekî kin piştre biryar da. Şandeyê xwest were pirsîn ka rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat beriya bûyerê bi KHK’ê hatibûn girtin an na, were pirsîn ka ji bo rojnameyan biryara komkirinê hebû yan na. Danişîna dozê taloqî 16’ê Nîsanê hate kirin.