Parêzer Ozdemîr: Ji bo pêvajo bimeşe divê ‘mafê hêviyê’ bê sererastkirin 2025-03-06 10:19:00 AMED - Parêzer Mehdî Ozdemîr diyar kir ku Abdullah Ocalan di mijara çareseriyê de di pozîsyona garantoriyê de ye û wiha got: "Ji bo pêvajo baş derbas bibe divê sererastkirina di mijara 'mafê hêviyê' de tavilê bê kirin."   Banga sedsalê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de ji hêla Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ve bi raya giştî re hate ragihandin. Piştî banga Abdullah Ocalan, PKK’ê jî agirbest ragihand lê belê îktîdarê heta niha jî tu gav neavêtiye.    Endamê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê parêzer Mehdî Ozdemîr têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî.    Ozdemîr, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan di hundirê xwe de destpêkeke nû dihewîne û got: “Armanca ji vê destpêkê ew e ku siyaseta demokratîk were bihêzkirin, aştî li ser bingeha hiqûqê bê misogerkirin û aştiya civakî bê birêxistinkirin. Hewceye hemû derdorên civakî di pêvajoya pêş de li gorî vê bangê ku nexşerêyeke tevbigerin.”    ABDULLAH OCALAN GARANTORÊ ÇARESERIYÊ YE    Bi domdarî Ozdemîr destnîşan kir ku Abdullah Ocalan garantorê çareseriya aştiyane ye û wiha pê de çû: “Ji bo ev pêvajo baş derbas bibe, divê şert û mercên fîzîkî yên birêz Abdullah Ocalan bên başkirin. ‘Mafê hêviyê’,  dibêje ku mayina kesekî ya heta dawiya emrê xwe ya di girtîgehê de binpêkirin e. Jixwe DMME’yê jî ji bo birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din biryara binpêkirinê dabû û ji Tirkiyeyê dixwaze ku di vê mijarê de sererastkirinan di qanûnan de bike. Dema em di çarçoveya pêvajoya aştiyê de dinirxînin, divê ji bo ‘mafê hêviyê’ di qanûnan de tavilê sererastkirin bên kirin û şert û mercên azadiyê yên birêz Abdullah Ocalan bên avakirin.”    PAQIJIYA RÊYÊ   Di berdewamê de Ozdemîr da zanîn ku sererastkirinên di destûra bingehîn û qanûnan de li gorî polîtîkayên cihêkar û redê yên dewletê teşe girtine û wiha axivî: “Bi guhertinên di destûra bingehîn de, di çarçoveya paqijiya rêyê de dikare di gelek qanûnan de sererastkirin bên kirin. An jî divê gelek qanûn bên rakirin. Hewceye dewlet ji bo guherînên di destûra bingehîn û qanûnan de nexşerêyekê diyar bike. Ji bo li dijî nasnameyên cuda cihêkarî neyê kirin û di destûra bingehîn de tenê nasnameya gelekî esas neyê girtin, hewceye di hukmên destpêkê yên destûra bingehîn de guhertin bên kirin. Her wiha divê madeya 42’yemîn ku pêşiya perwerdeya zimanê dayikê digire jî were rakirin. Ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê zêdetir bibe, hewceye demildest hinek sererastkirin bên kirin.”    HEMWELATIYA WEKHEV   Ozdemîr, anî ziman ku li Tirkiyeyê gelek mewzûat li pêşiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd astengî ne û wiha pê de çû: “Ji girtîgehan bigirin heta Qanûna Ceza ya Tirk (TCK), ji TCK’ê heta astengkirina mafên çandî, divê gelek mewzûatên qanûnî bên guhertin. An jî divê qanûnên nû bên çêkirin. Ji bo ku hemû derdorên cuda di meseleya Kurd de xwedî gotin bin, bibin parçeyeke pêvajoyê û berpirsyartiyê li xwe bigirin, ji bo temînata hiqûqî hebe dikarin pêşniyaran pêş bixin. Her wiha divê Meclis jî berpirsyartiya xwe bicih bîne. Dema mirov di vê çarçoveyê de lê dinêre, divê ji hemwelatiya wekhev heta rêveberiyên herêmî, mafên çandî û hwd. di gelek mijaran de di destûra bingehîn û qanûnan de guhertin bên kirin û gav bên avêtin.”    Ozdemîr, bi bîr xist ku ji Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (NY) heta Peymana Mafên Medenî û Siyasî di gelek peymanên navneteweyî de ji bo mafên ziman, çandî û hwd. hukm hene û divê Tirkiye li gorî van hukman tevbigere.    Ozdemîr, bal kişand ser gefa li ser darazê û axaftina xwe wiha qedand: “Ji vê hêlê ve divê daraz pratîkeke li ser esasê maf raber bike û serbixwe tevbigere. Heke armanc ew be ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin, wê demê divê ev kiriyarên ku pêşî li ber çareseriyê digirin, mafên sereke binpê dikin bên bidawîkirin.”   MA/ Rûkiye Payîz Adiguzel