Kurtulmuş: Em banga ji Îmraliyê fewqulade dibînin 2025-03-06 13:25:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş têkildarî banga Abdullah Ocalan axivî û got: “Em vê bangê fewqulade dibînin. Bila êdî li çiya, newal û bajarên vî welatî tenê dengê stranên biratiyê bên.”    Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Enqereyê beşdarî bernameyekê bû û li wir axivî. Kurtulmuş, ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de got ku ew derbasî pêvajoyeke nû bûne û gavên hatine avêtin weke “fewqulade” erênî dibînin.    Kurtulmuş, diyar kir ku ji bo Tirkiyeyeke xurt ew divê keleha navxweyî xurt bikin û got: “Em mecbûr in ku yekitiya xwe bihêz bikin û pêşve biçin. Di vê çarçoveyê de em banga ji Îmraliyê hatiye kirin gelek erênî û gelek bifeyde dibînin. Ji bo vê jî em ê bi hev re bi inyeteke baş, jidil û bi zelalî van xebatan bidomînin. Êdî dê li çiya, deşt û newlaên vî welatî stranên biratiyê lê bidin û bi yekitiya xwe em ê pêş bikevin.”    Kurtulmuş, wiha domand: “Aştiya Tirkiyeyê dê bandorê li welatên derdorê jî bike. Dîrok jî vê ji me re dibêje. Yekitiya li Tirkiyeyê dê bibe hêmayeke pir mezin a îstîqrara herêmê û bi xwe re destkeftiyan bîne. Di vê çarçoveyê de îşala dê di demekî kin de encam bên bidestxistin û bêyî ku rê bidin provakasyonan, dê biratiya me heta hetayê li vê xakê bidome. Di vê çarçoveyê de Tirkiye belgeyên firsendê yên derketin pêşiya me bi awayekî herî baş dinirxîne.”