Têkildarî lêpirsînên ‘Lihevkirinên Bajar’ îdianame hate amadekirin 2025-03-06 14:06:25   STENBOL - Lêpirsîna der heqê 10 kesên di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” de hatibûn girtin, hate temamkirin. Di îdianameyê ji bo her kesî heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Di çarçoveya lêpirsîna “Lihevkirina Bajar” a ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatibû destpêkirin de di 11’ê Sibatê de bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan de 2 jê cîgirên şaredaran bi giştî 10 kes hatin binçavkirin. Cîgirê Şaredarê Ataşehîrê Lîvan Gur, Cîgirê Şaredarê Kartalê Cemalettîn Yuksel, endamê Meclisa Şaredariya Şîşliyê Sînan Gokçe, endamê Meclisa Şaredariya Uskudarê Bulent Kaygun, endama Meclisa Şaredariya Fatihê Guzîn Alparslan, endamê Meclisa Şaredariya Tuzlayê Hasan Ozdemîr, endamê Meclisa Şaredariya Beyoglûyê Turabî Şen, endama Meclisa Şaredariya Sancaktepeyê Elîf Gul, endamê Meclisa Şaredariya Adalarê Nesîmî Aday û xebatkarê Şaredariya Beyoglûyê Î.P. di 12’ê Sibatê de hatin girtin.    Piştî lêpirsîna têkildarî girtiyan temam bûn, îdianame hate amadekirin. Di îdianameyê de ji bo 10 kesan heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Hat zanîn ku hêj îdianame bi parêzeran re nehatibû parvekirin ku ji çapemeniyê re hatin şandin û parvekirin.