Cezayê hefsê yê Karakiş hate erêkirin 2025-03-06 14:53:28   EDENE - Cezayê 5 mehan ku ji ber parvekirina têkildarî Komkujiya Zîlanê li Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê yê berê Mehmet Karakiş hatibû birîn, hate erêkirin.    Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê yê berê Mehmet Karakiş di salên 2013 û 2015’an de têkildarî Komkujiya Zîlanê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyam parve kiribî. Bi hinceta van parvekirinan, di 16’ê Adara 2021’ê de der heqê Karakiş de doz hate vekirin û 5 meh cezayê hefsê hate birîn.    Biryara 14’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edeneyê ji hêla 2’yemîn Daîreya Cezayan a Herêma Edeneyê ve hate erêkirin.    Karakiş jî bertek nîşanî erêkirina cezayê da û got ku dê di roja duşemê de were girtin. Karakiş, got: “Nabe ku li Tirkiyeyê vegotina rastiyên dîrokî sûc bê qebûlkirin... Di sala 1930’ê de li Zîlanê tiştên biêş hatin jiyîn. Şahid û çavkaniyên dîrokî vê ji me re vedibêjin. Doza ku ev 12 sal in weke şûrê demokles dihat bikaranîn, bi cezayê biencam bû. Lê ev ceza heqîqetê naguherîne. Ne 5 meh, 5 salan jî bidin dê ew heqîqet her hebe. Ya ku dikeve ser milê Tirkiyeyê ew e ku bi van rastiyên xwe re hevrû bibe û rexnedayîna xwe bide. Ji bo pêşerojeke ronî dê têkoşîna me ya demokrasiyê bidome.”