10 sal di ser qedexeyên Nisêbînê re derbas bûn: DNA hatin windakirin, cenaze nehatin dayîn 2025-03-12 09:47:01 MÊRDÎN - Di 10 salên di ser qedexeya derve Nisêbînê re derbas bûn de, mînakên DNA'yê yên malbatên ji bo zarokên xwe bigirin dan hatin windakirin û cenaze nehatin teslîmkirin.  Mêrdîn’in Nisêbîn (Nusaybin) ilçesinde 1 Ekim 2015’te başlayarak, 14 Mart 2016 tarihine kadar 7 defa peş peşe ilan edilen sokağa çıkma yasaklarının sonuncusu 14 Mart 2016 tarihinde ilan edildi. 14 Mart 2016’da ilan edilen sokağa çıkma yasağı 22 Nisan 2018 tarihine kadar devam ederken, ilçede Kışla, Zeynelabidin, Abdülkadirpaşa, Dicle, Fırat ve Yenişehir mahallelerinde aylar süren çatışmalarda 42 bin kişi yerinden edildi, bin 786 yerleşim yeri tahrip edildi. Yıkılan mahallelerin yerine TOKİ konutları yapılırken, kentten ayrılmak zorunda bırakılan binlerce insan aradan geçen bu kadar zamana rağmen kente geri dönemedi. Üzerinden 10 yıl geçen sokağa çıkma yasakları sırasında Sivil Savunma Birlikleri (YPS/Yekînîyen Parastina Sivîl) üyeleri haricinde yaşları 11 ile 60 arasında değişen 2’si çocuk, 7’si kadın toplamda 25 sivil katledildi.   Qedexeya derketina derve ya ku li navçeya Nisêbîn (Nisêbîn) ya Mêrdînê ji 1’ê Cotmeha 2015’an heta 14’ê Adara 2016’an 7 caran li pey hev hatibû ragihandin, di 14’ê Adara 2016’an de hatibû îlankirin. Di qedexeya derketina derve ya ji 14'ê Adara 2016'an heta 22'yê Nîsana 2018'an berdewam kir de, bi mehan li taxên Kişla, Zeynelabidîn, Abdûlkadîrpaşa, Dîcle, Firat û Yenîşehîrê bi pevçûnan berdewam kir. Di pevçûnan de 42 hezar kes koçber bûn û hezar û 786 mal hilweşiyan. Li şûna taxên wêrankirî xaniyên TOKÎ hatin avakirin, bi hezaran kesên ku neçar man bajar biterikînin hê jî nikarin vegerin bajêr. Di qedexeya derketina derve de ku 10 sal di ser re derbas bûne, ji bilî endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) 2 jê zarok û 7 jin bi giştî 25 sivîl hatin qetilkirin.   25 SIVÎL HATIN QETILKIRIN   Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatin amadekirin, sivîlên jiyana xwe ji dest dane ev in; Ahmet Sonmez (54), Şahin Turan (25), Selamet Yeşilmen (44), Hasan Dal (45), Musur Aslan (19), Abdulkadir Yılmaz (65), Muhammet Altunkaynak (20), Nurhan Kaplan (45), Şerif Alpar (55), Sedat Gungor (22), Mehmet (22), Mehmet (22) ), Fehîme Aktî (56), Hakan Dogan (15), Medenî Orak (45), Rohat Karakoç (25), Hasan Korkmaz (60), Mehmet Pitek (40), Heyhat Mujde (43), Saadet Mujde (19), Fehîme Kurumaz (11), Dilşa Ak (59), Emîre Gok (39) û Emîn (55). Di raporan de hat diyarkirin ku Emîn Oz di qedexeya 6 rojan a ku di 1'ê Cotmehê de hatibû îlankirin de ji ber ku nikaribû dayika xwe ya astengdar bibe nexweşxaneyê dawî li jiyana xwe aniye.   Tevî ku 10 sal di ser lêpirsînên ku der barê qetilkirina 25 sivîlan de hatin destpêkirin de derbas bûne jî di lêpirsînan de îfadeya leşker û polîsekî jî nehatiye girtin û der barê berprisiyaran de tiştek nehatiye kirin. Di lêpirsîna polîsan û rapora ku ji aliyê dozgeriyê ve hat amadekirin de, der barê sivîlên hatin qetilkirin de lêpirsîna “têkiliyên wan bi rêxistinê re hebûye” hatiye vekirin. Ji ber îdiaya "Têkiliya wan bi rêxistinê re hebûy" merasîmên cenazeyên kesên hatin qetilkirin jî wekî hincet hatin nîşandan. Di rapora dozgeriyê de Hakan Dogan ê 15 salî jî wekî "endamê rêxistinê" hat nîşandan û dosye ji buroya "Lêgerîna DSaîmî" re hatin şandin û daxilî nava yên kiryar nediyar hatin kirin.    30 LI GORISTANA BÊKESAN HATIN DEFINKIRIN   Di pevçûnan de ji bilî sivîlên hatin qetilkirin, 69 polîs, leşker û cerdevan jî mirine û 528 kes jî birîndar bûne. Piştî daxuyaniya YPS'ê ya "Em ji Nisêbînê vekişiyan" di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 sivîl ji bajêr hatin derxistin û li gorî daxuyaniya YPS'ê di pevçûnan de 51 endamên YPS û YPS/Jin jiyana xwe ji dest dane. Tevî îdiaya Wezareta Karên Hundir a ku dibêje 495 endamên YPS'ê jiyana xwe ji dest dane jî, tê texmînkirin ku tevî parçeyên laşan cenazeyên ji bajêr hatin derxistin aîdî 58 kesan e û cenazeyên 30 endamên YPS'ê jî bi hinceta "DNA li hev dernayê" radestî malbatên wan nehatin kirin û li goristana bêkesan hatin definkirin. Ji cenazeyên hatin derxistin 22 jê li navçeya Artukluya Mêrdînê û 8 jî li goristanên navçeyên derdorê hatin definkirin.   Malbat 10 sal in ji bo cenazeyên li goristanê hatin definkirin têdikoşin. Malbata Abdûllah Karadûman ê 17 salî ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest da, piştî têkoşîneke dûr û dirêj di 16'ê Gulana 2022'yan de cenaze teslîm girt.    ‘KIRYAR NEHATIN DÎTIN'   Hevserokê Navçeya Nisêbînê yê DEM Partiyê Mehmet Han Yîgît ku hevalê wî SelahattîN Bayhan winda kir, diyar kir ku hê jî bi rojên zor û zehmet re rû bi rû ne. Yîgît da zanîn ku ew qas mirov belesebeb hatin qetilkirin û got ku bi vê re gelek kes jî hatine girtin. Yîgît got: “Heta niha kiryar nehatine aşkerakirin. Cenazeyên mirovan teslîm nekirin. Îro jî cenazeyên ku nayên dayîn hene. Em her tim bang dikin ku cenaze radestî malbatan bên kirin. Pêwîst e berpirsên komkujiyan jî bên eşkerekirin."   MA / Ahmet Kanbal