Di doza Dayikên Aştiyê de biryara beraetê hat dayin 2025-03-14 13:55:58   STENBOL - Di danişîna doza Dayikên Aştiyê de ku ji ber hefteya 700’emîn 44 kes dihatin darizandin, ji bo tevahiya kesên tên darizandin biryara beraetê hate dayin.    Dayik/Mirovên Aştiyê di hefteya 700’emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de polîsan êriş kirin. Di êrişê de 44 parastvanên mafan hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” doz lê hatibû vekirin. 15’emîn danişîna dozê li 21’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Çendek kesên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn. Gelek nûnerên partiyên siyasî, sendîka û parastvanên mafan jî di danişînê de amade bûn. Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    Di danişînê de ji ewi dozger mutalaaya xwe pêşkeş kir û got ku hêmayên madî yên sûc çênebûne û xwest yek bi yek ji bo tevan jî biryara beraetê were dayin. Her wiha hat xwestin ku ji bo polîsên tê îdiakirin di roja bûyerê de birîndar bûne li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc were kirin û “mexdûriyet” a wan ji holê were rakirin.    Piştre jî ji kesên tên darizandin Jiyan Tosun mafê axaftinê girt û got: “Meqamên darazê ji bo malbatan deyndar in. Tu hesaba ku em bidin daraza ku bi sala ye daxwazên me nabîne, nîne.”    Mirovên Şemiyê yên tên darizandin jî yek bi yek daxwaza beraetê kirin.    Parêzera ji Mirovên Şemiyê Masîde Ocakê, Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî anî ziman ku Dayikên Şemiyê demekî dirêj e têdikoşin û spasiya wan kir. Gulseren Yolerî, da zanîn ku ji bo çalakiyeke ne sûc doz hatiye vekirin, mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin û daxwaza beraetê kir.    Parêzer Davut Aslan jî got ku bi vekirina dozê re hewl hatiye dayin ku têkoşîna Dayikên Şemiyê were krîmînalîzekirin. Aslan, got: “Dozger daxwaza beraetê dike lê dîsa jî hewl daye têkoşîna mafên mirovan krîmînalîze bike. Dibêje polîs birîndar bûne. Tevî ku raporên derbkirinê yên Dayikên Şemiyê hene jî qala wan nekiriye. Lewma em vê dosyayê red dikin.”    Parêzerên din jî daxwaza beraetê kirin.    BIRYAR   Şandeya dadgehê jî bi sedema ku hêmayên sûc çênebûne ji bo hemû kesên tên darizandin biryara beraetê da. Daxwaza dozger a ji bo polîsan jî hate redkirin.