Parastvanên mafan ên envanterên çekan radestî wan hatine kirin dê raporê amade bikin 2025-07-13 10:06:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter ku di nava koma envanterên çekan ên koma gerîlayan radestî wê hatiye kirin de cih digire, anî ziman ku ew ê têkildarî merasîmê û pêvajoyê raporê amade bikin.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û piştre jî PKK’ê 12’emîn Kongreya xwe li dar xist û biryara fesixkirinê da. Piştî banga Abdullah Ocalan a di 9’ê Tîrmehê de jî komeke gerîlayan di 11’ê Tîrmehê de li Şiklefta Casenê ya bajarê Silêmaniyeyê merasîma şewitandina çekan li dar xist. Koma Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengtiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat ku ji 30 kesan pêk dihat, çekên xwe şewitand. Siyasetmedar, rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr û rojnameger jî di nav de bi sedan kes ji bo şopandina merasîmê çûn Silêmaniyeyê. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) jî di nava komê de cih digire û envanterên çekên gerîlayan ên hatine îmhakirin radestî wan hatin kirin.      Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter ku tev li merasîmê bû, têkildarî merasîmê û pêvajoyê axivî.    Ekîn Yeter, destnîşan kir ku têkildarî guherandina şêwazê têkoşîna çekdarî gaveke girîng hatiye avêtin û got: “Me hestên cuda jiyan. Her kes bi moral û bihêz bû. Bi vê gavê re êdî dê rê li ber windahiyên canî were girtin. Lewma em hiqûqnas gelek bi kelecan bûn. Şertê Kurdan ê berdana çekan ew bû ku mafên kolektîf û şexsî di destûra bingehîn û qanûnan de bên naskirin. Em li bendê ne ku êdî di vê mijarê de gav bên avêtin. Di komîsyonan de divê hem hiqûqnas hem jÎ saziyên civaka sivîl, jin, ciwan û hemû derdorên civakî cih bigirin. Hêvîdarin pêvajoya muzakereyan pêş bikeve.”    LÎSTEYA ENVANTERAN   Ekîn Yeterê got ku weke nûner çûne herêmê û têkildarî envantera çekên hatine şewitandin a radestî wan hatiye kirin jî ev tişt anî ziman: “Lîsteyeke envanteran a çekên di torenê de ji hêla gerîlayan ve hatine şewitandin hebû ku radestî me hatin kirin. Ew lîste radestî ÎHD, TÎHV û OHD’ê hate kirin. Em her sê sazî dê di navbera xwe de nîqaşan bikin. Em ê têkildarî çavdêriyên xwe raporekê amade bikin.”    MA / Dîcle Muftuoglû