Mûsa Anter dê li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn 2025-09-17 10:19:25 AMED - Mûsa Anter dê di sala 33’yemîn a salvegera qetilkirina xwe de li Amed û Mêrdînê bê bibîranîn.    Rojnameger-nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona sala 1992’yan de li Amedê ji hêla JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) dê Anter bi bîr bîne. Anter, dê li semta Seyrantepe ya Bajarê Nû ya Amedê li cihê lê hatibû qetilkirin bê bibîranîn. Bîranîn dê di 20’ê Îlonê saet di 11.00’ê de bê lidarxistin.    Di heman rojê de Anter dê li gundê Sitîlîlê yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li ser gora xwe bê bibîranîn. Bîranîna li vir jî dê saet di 15.00’ê de dest pê bike.    Di 20’ê Îlonê de her wiha dê Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bên dayin. Toren dê saet di 18.00’ê de li Navenda Çandê ya Cem Karaca ya li Bakirkoy a Stenbolê bên lidarxistin.    DFG’Ê DAXUYANÎ DA     DFG’ê têkildarî bernameya bîranînê li ser hesabê xwe ya platforma X’ê ev peyam parve kir: “Em Apê Mûsa bi rêzdarî bi bîr tînin. Zanayê Kurd, rojnameger û nivîskar Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê Îlona sala 1992’yan de li Kolana 442’yemîn a Taxa Cumhuriyê ya Semta Seyrantepe ya Amedê ji hêla tetîkkêşên JÎTEM’ê ve hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina wî re 33 sal derbas bûn. Em ê Apê Mûsa ji ewil li Amedê cihê lê hatibû qetilkirin û piştre jî li Nisêbîn a Mêrdînê li ser gora wî bi bîr bînin. Di heman demê de Rojnameya Yenî Yaşamê dê 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad li dar bixe û hempîşeyên me yên bi serketin xelat bike.”