Komkujiya li Êlihê hate protestokirin 2025-09-17 15:19:07   ÊLIH - Komkujiya li Êlihê ku dayik, bav û 2 zarokên wan hatibûn qetilkirin, hate protestokirin.    Di 14’ê Îlonê de li navçeya Qûbînê ya Êlihê li dijî wesayîtekê êrişeke çekdarî hate kirin. Di êrişê de bav Mehmet Şanli, dayik Takîbe Şanli û zarokên wan Elanûr (9) û Akin (6) Şanli hatin qetilkirin. Têkildarî komkujiya hatiye kirin, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê daxuyanî hat dayin. Li gel siyasetmedar û hiqûqnasan, gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî rizîbûna civakê em ê ji bo zarokan civakeke biewle û demokratîk ava bikin” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de komkujî hate şermezarkirin.    Endama Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Ronay Hazal Bîndak di daxuyaniyê de got ku kuştin, îstîsmar û tundiya li dijî zarokan zêde bûye û got: “Ewlehiya zarokan, ewlehiya pêşeroja civakê ye. Bi taybet jî ji bo zarokên me yek ji xetereya herî mezin jî çekdarîbûna şexsî ye. Derxistina çekan a ji qadên jiyanê, rakirina çekên bêrûxset û veşartina wan a biewle jiyanî ye.”    'KOMKUJÎ, NÎŞANEYA RIZÎBÛNA CIVAKÎ YE’    Hevberdevka Komîsyona Mafên Zarokan a DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin jî di komkujiyê de aşkera bûye ku heke li dijî van pirsgirêkan têkoşîn neyê dayin dê rê li ber yên nû vebibe. Bêrîtan Guneş Altinê da zanîn ku dema dayik û zarokên wê ji wesayîtê direviyan hedef hatine girtin û got: “Bûyera qewimî, pirsgirêka tevahiya welat e. Ev komkujî, nîşaneya rizîbûna civakê ye.”