Li Siopiyayê li dijî jinekê êriş hate kirin 2025-10-16 16:17:51   ŞIRNEX - Li navçeya Silopiyayê li dijî hemwelatiya Herêma Federe ya Kurdistanê Jamelah Mohsîn Barhoo (26) bi kêran êriş hate kirin. Di êrişê de welatiya jin birîndar bû.    Li dikaneke cil û bergan a li Taxa Yeşîltepe ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, jina ducanî ya bi navê Jamelah Mohsin Barhoo Barhoo (26) ku hemwelatiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye, dema dan û stendin dikir ji aliyê hevjînê xwe ve bi kêrê hate birîndarkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW); Jamelah Mohsin Barhoo Barhoo ku bi derbeyê kêrê birîndar bû, piştî mudaxileya ewil a tîmên tenduristiyê ew bi ambûlansê rakirin Beşa Lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Jamelah Mohsin Barhoo Barhoo li nexweşxaneyê tê dermankirin û zaroka wê jiyana xwe ji dest daye.    Hat ragihandin ku hevjînê wê yê êrişkar ku navê wî nehate zanîn piştî bûyerê reviyaye û der barê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.