Komên hikûmeta demkî êrişî Şêxmeqsûd kir 2025-10-20 10:39:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê ragihand ku li dijî noqteya wan a li dora Taxa Şêxmeqsûdê bi çekan êriş hatiye kirin û hewldana sûîqestê çêbûye.    Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Helebê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh derengiya şevê noqteyeke wan a li derdora taxa Şêxmeqsûdê hatiye gulebarankirin û êrişa sûqastê hatiye kirin. Di daxuyaniyê de êriş û provokasyonên hêzên hikûmeta demkî yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin û hate gotin ku bi van êrişan xere li ser ewlehî û aramiya sivîlan tê kirin.    Bi domdarî hate destnîşankirin ku li dijî noqteyeke hêzên wan ê li derdora taxa Şêxmeqsûdê êrişeke sûîqestê û gulebaranê hatiye kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Ev yek hewldaneke diyarker a derxistina rewşeke tevlihevî bû ku herêmê ber bi şerekî nû ya çekdarî ve biçe. Kiryarên bi vî rengî binpêkirineke aşkerayî ya hewldanên mîsogerkirina ewlehî û parastina sivîlan e. Ev êriş ku hemwextî hewldanên domdar ên mîsogerkirina aramî û agirbestê têne kirin, îsbat dike ku aliyên êrişkar li gorî lihevkirin an peymanên agirbestê tev nagerin, lê siyasetên xwe yên rageşiyê û hewldanên xirabkirina ewlehiyê didomînin.   BANGA BERPIRSYARTIYÊ    Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn careke din dibêjin ku em ê erka xwe ya parastina niştecihên sivîl û ewlehî û îstiqrara taxan bidomînin. Em bang li hemû aliyan dikin ku berpirsyariyên xwe li hemberî parastina aştiya navxweyî pêk bînin û rê nedin ku herêm ber bi rewşeke din a tundiyê ve biçe."