Walîtiya Stenbolê di maça Amedsporê de kapasîteya alîgiran zêde nekir 2025-10-20 13:57:45 AMED - Tevî ku Amedspor û Serîksporê ji bo maça ku dê li Stenbolê bê lîstin daxwaz kirin jî Walîtiya Stenbolê kapasîteya alîgiran zêde nekir.    Amedspor ku di Lîga 1’emîn a Trendyolê de dilîze, îro dê saet di 16.00’ê de li Stadyuma Şaredariya Umraniyeyê bi Serîksporê re bilîze. Her du kluban jî ji bo hejmara alîgirên mêvan ji sêdî 30 were zêdekirin serî li Walîtiya Stenbolê dan. Lêbelê walîtiyê tenê ji bo sedî 5’an destûr da. Tevî hemû hewldan û hevdîtinan jî heta niha rêveberiya Amedsporê encamek bi dest nexistiye.    Serokê Kluba Amedsporê Nahît Eren bi daxuyaniyekê ragihand ku tevî hemû hewldanên wan ên heta derengiya şevê jî Walîtiya Stenbolê tu bersiveke erênî nedaye wan.