Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin 2025-10-20 15:20:40 DÊRSIM - Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.    Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, dê di 16’ê Mijdarê saet di 12.00’ê de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li avahiya KESK’ê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.    Nûnerê Bajar ê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Yûsûf Topçu li ser navê platformê axivî û got ku Dêrsim bi hezaran sala ye xaka jiyaneke aştiyane ya bi xwezayê re, axa berxwedan û heqîqetê ye. Topçu, diyar kir ku êrişên îro li dijî vê xaka qedîm tên kirin ne tenê xwezayê lê îradeya gel, çand û baweriyan jî hedef digire û got: “Polîtîkayên sermayeyê, projeyên bi destê dewletê tên meşandin û planên talankirinê yên bi navê ‘pêşxistinê’, bi bêdengî Dêrsimê dorpêç dikin. Çiyayên me bi navê madenvaniyê texrîb dikin, rûbarên me bi HES’an tên ziwakirin, daristanên me tên şewitandin, çêregehên me, qadên pîroz, gundên me weke ‘qadên razemeniyê’ tên ragihandin. Ev polîtîkaye qadên me yên jiyanê tune dikin, gel bê xak dihêlin û bênasnametiyê ferz dikin. Projeyên bi zanebûn ên têkbirina ekolojiyê û bişaftinê ne.”    POLÎTÎKAYA EKOTURÎZMÊ     Di berdewamê de Topçu anî ziman ku çavkaniyên avê hatine ticarîkirin, mafê jiyanê yê gel teslîmî çavsoriya qezencê ya şîrketan hatiye kirin û wiha domand: “Qadên me yên pîroz di bin navê ‘qada geştê’ de tên bêwatekirin, hta kevir û ava baweriya me jî dixwazin bifiroşin. Zeviyên hevpar ên gel, bi navê çandiniya endustriyel pêşkeşî şîrketan tên kirin. Bi navê rûpoşa turîzma nêçirvaniyê, ajalên li vê xakê ku em weke parçeyek ji canê xwe dibînin dikin hedefa kesên pereyê wan heye. Û ev tevek jî di bin navê ‘ekoturîzmê’ yan jî ‘turîzma xwezayê’ de tên veşartin. Lê em dizanin ku ne turîzm, berxwedan dikare xwezayê biparêze. Daristan, av, kevir û xaka Dêrsimê ne tenê xweza ye; her wiha bawerî ye, bîr e, nasname ye, gel e. Lewma em dibêjin ku êrişa li dijî xwezayê, êrişa li dijî gelê Dêrsimê ye. Berxwedana gel a li dijî şîrketên madenê, tekelên enerjiyê, sermayeya turîzmê û li hemberî polîtîkayên wan diparêzin rewa ye. Weke platformê, em tevî hemû saziyên xwe, gundên xwe, jin, ciwan û baweriyan bi hev re dibêjin ku li vê xakê dê tu proje bêyî îradeya gel nekevin meriyetê.”    BANGA TEVLIBÛNA MITÎNGÊ      Topçu, anî ziman ku yên zirarê didin Munzur, Pilemûriye, Halvorî û Gole Çetuyê her wiha zirarê didin jiyana gel jî û ev bang kir: “Em ê serî li ber tehekûma sermayeyê, dewletê û komên berjewendîperest a li ser xwezayê netewînin. Ev xak ne aydê rantê, aydê jiyanê ne. Em ê di 16’ê Mijdarê de li Qada Seyîd Riza bên gel hev. Ji bo parastina jiyanê, azadiya avê, rûmeta çiyê û pêşeroja gel em ê meşê li dar bixin.”    Topçu, banga tevlibûna meşê li her kesî kir.