Li Şirnexê xwendekar ji bi Rojîn Kabaîşê meşiyan 2025-10-20 20:01:54     ŞIRNEX -  Înîsiyatîfa Xwendekarên Demokratîk a Şirnexê, ji bo ronîkirina lêpirsîna mirina biguman a Rojîn Kabaîşê meşiya. Di meşê de wiha hat gotin: "Kujer kî ne û çima tên parastin? Em bi biryar in ku bibin dengê Rojînê û têkoşîna edaletê berfireh bikin."   Înîsiyatîfa Xwendekarên Demokratîk a Şirnexê ji bo ronîkirina lêpirsîna mirina bi guman a Rojîn Kabaiş meşek li dar xist. Xwendekar li ber Fakulteya Endezyariyê ya li Kampusa Mehmet Emîn Acar a Zanîngeha Şirnexê kom bûn û bi pankarta "Bêdeng nemînin, nebin hevkar", di kampusê de meşiyan. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Jin jiyana azadî" û "Rojbîn Kabaiş serhildana me ye" hatin berzkirin.   Piştî meşê, Elîf Dagdevîrenê, li ser navê Înîsiyatîfa Xwendekarên Demokratîk a Şirnexê di civîneke çapemeniyê de ku li ber Fakulteya Tenduristiyê hate lidarxistin, axivî û pirsî ka nimûneyên DNA yên li ser cenazeyê Rojin Kabaiş hatine dîtin ên kê ne. Elîf Dagdevîrenê got: "Kujer kî ne û çima tên parastin? Em bi biryar in ku bibin dengê Rojin û têkoşîna wê ya ji bo edaletê bilind bikin. Em ê bîranîna hevala xwe Rojin di têkoşîna xwe de zindî bihêlin."   Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin jiyana azad" bi dawî bû.