Dr. Saîdogluyê Filistînî: Welatên plana Trump erê kirine piştevanên projeya kolonyalîst in 2025-10-25 09:47:20   ESKÎŞEHÎR – Dr. Emcet Saîdogluyê Filistînê destnîşan kir ku “Plana Aştiyê” ya Trump dê aştiyê neyine Xezeyê û got: “Trump bi vê planê ve ewlehiya Îsraîlê armanc dike.”   Di êrişa Îsraîl a li dijî Xezeyê ya di 7’ê Cotmeha 2023’yan de nêzî 70 hezar welatiyên Filistînî jiyana xwe ji dest dan û ji 170’ê zêdetir kes jî birîndar bûn. Piştî bertekên civakî yên li çaraliyê cîhanê, hewldanên rêxistinên civaka sivîl li gelek deverên cîhanê ji bo çareserkirina qeyrana birçîbûn û xwarinê li Xezeyê bi rêya Keştiya Madlen û Fîloya Sumud çareserî bi xwe re neanî.   "Plana Aştiyê" ya Serokê DYA’yê Donald Trump di 29’ê Îlonê de li Qesra Spî ji bo rawestandina êrişên ku nêzîkî du salan e berdewam dikin hate ragihandin. Ev plan ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ve jî hate piştgirîkirin. Her çend Netanyahu di 29’ê Îlonê de piştgiriya xwe ji bo "Plana Aştiyê" diyar kiribe jî, wî çalakvanên li ser Fîloya Sumud a ku di şeva 1’ê Cotmehê de nêzîkî Xezeyê bû û alîkariya mirovî hilgirtibû, hatin binçavkirin. Di 10’ê Cotmehê de agirbestek hevbeş hate ragihandin. Lêbelê, li şûna rawestandina êrişên berdewam ên li herêmê, "Plana Aştiyê" ya Serokê DYA’yê Donald Trump ji bo Xezeyê, ku di 29’ê Îlonê de hate ragihandin, bû sedema bertekan.   Dr. Emcet Saîdoglu yê Filistînî, têkildarî mijarê wiha nirxand: "Tê xwestin têkoşîn bê bêçekkirin ya ku komkujiyê pêk tîne jî Îsraîl e. Çima kes behsa bêçekkirina Îsraîlê nake?" Saîdoglu rave kir ku bi saya zextên civaka navneteweyî agirbestek demkî pêk hat, lê "Plana Aştiyê" ya Trump armanc dike ku li Filistînê rêveberiyeke mîna mandayê ava bike.    ‘BI PIŞTGIRIYA RAYA GIŞTÎ GAVÊN AŞTIYÊ HATIN AVÊTIN’   Saîdoglu diyar kir ku di encama zexta gerdûnî ya li ser hikûmetan li Xezeyê hin gav ber bi aştiyê ve hatine avêtin ger zexta raya giştî kêm bibe, dibe ku sirgûn û jenosîd ji nû ve dest pê bikin. Saîdoglu kir ku plana qirkirin û sirgûnên li Xezeyê niha hatiye rawestandin û ev tiş got: "Trump niha planek pêşkêşî me kir ku pesnê vê serkeftinê dide, îdia dike ku ‘wî rawestandiye’ û wekî planeke aştiyê pêşkêş dike. Di vê planê de têkildarî berxwedana Filistînê an gelê Filistînê de tu mafek nîn e. Gelê Filistînê û berxwedana Filistînê ev yek tenê ji ber sedemekê qebûl kirine: qirkirin dê raweste û pêşî li alîkariya mirovî dê bê vekirin."   ‘PLAN TU HEQEK NADE FILISTÎNIYAN’   Saîdoglu, destnîşan kir ku plana Trump tu heqekî ji bo Filistîniyan qebûl nake û wiha pê de çû: “Qethiyen plana Trump ne plana aştiyê ye. Piştî agirbestê ji ber teqînekî Îsraîlê alîkariya mirovî da rawestandin. Dixwazin têkoşînê bê çekbikin lê têkoşîna li wir rewa ye. Lewre Îsraîl li gorî hiqûqa navneteweyî dagirker e. Ji bo çi kesek qala bêçekkirina Îsraîla nake?.” Herwiha Saîdoglu diyar Saîdoglu destnîşan kir ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji gelê Filistînê re nehatiye dayîn û rêveberiya Filistînê ya li Ramallahê tu mueyîdeyên li ser Îsraîlê ferz nekiriye û destnîşan kir ku welatên ku piştgirî didin plana Trump alîgirên projeyek kolonyalîst in û armanca wan ew e ku ewlehiya Îsraîlê misoger bikin.    ‘DIXWAZIN RÊVEBERIYA MANDAYÊ AVA BIKIN’   Saîdoglu destnîşan kir ku li Filistînê dixwazin rêveberiyeke mandayê ava bikin  û "Plana Aştiyê" ya Trump gaveke di vê rêyê de ye. Saîdoglu rave kir ku divê ev plan dostên Filistînê nexapîne û diyar kir ku ew ne "aştî" ye, lê hewldanek ji bo bênasnamekirinê ye û wiha dîrêjî da axaftina xwe: "Plana peymana aştiyê, di rastiyê de planeke bênasnamekirinê ye. Ji ber vê yekê, divê ez ji hemî kesên xwedî wijdan re bibêjim: tiştê ku divê em li çaraliyê cîhanê bikin pir hêsan e. Doza Filistînê doza me ye. Em gelê Filistînê ne û em hemû Xeze, Filistîn in. Ji ber ku ev planên siyonîstan bi Filistînê ve sînordar nînin. Ev yek dê di sibêrojê de bandorê li me hemûyan bike. Dema ku em vî şerî dikin, em ji bo xwe, pêşeroja xwe, azadiya xwe û mafên xwe yên mirovî şer dikin."   "ÇARESERÎ DEWLETEKE LI SER BINGEHA WELATIYETA WEKHEV E"   Saîdoglu diyar kir ku têkoşîna Filistînê hîn bi dawî nebûye û divê paşve gav neavêje û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pirsgirêka Filistînê li Rojhilata Navîn, ji bo li dijî plana aştiyê û parastina mafê welatiyên Filîstîn divê dewletek hebe û heta ku hemwelatîbûneke wekhev ji bo Cihû, Filistînî, Misilman, Xiristiyan, Çerkez û Ereban  tune be, çareser nabe. Ev têkoşîn dê berdewam bike heta ku hemû bingehên dewleta siyonîst werin hilweşandin û welatek li ser bingehên demokratîk were avakirin ku her kes karibe bi rehetî lê bijî."   MA / Enes Beyaz