ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2025’AN 2025-10-31 09:00:18   * Nadya Sevsat a ku ji bajarê Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê hat Wanê, bi hevjînê xwe re tekstên Kurdî amade dike, li malê bi zarokên xwe şanoya pirpitokê bi ruh û can dike.    * Xelkê navçeya Tûşbayê, ji ber cihoka DSÎ'yê ya servekirî ku bêhna genî jê tê, nerihet in. Welatî bi salan e pirsgirêkê radigihînin, lê DSÎ heya niha ji bo çareserkirinê tu tişt nekiriye.    * Mojgan Şêxî ku berhemên wê yên ji bo zarokan tên ecibandin, diyar kir ku ew kêfxweş e ku berhemên wê ji bo zimanê Kurdî hatine wergerandin.   * Xizmên girtiyên ku sirgûnî cihên dûrî bajarên ku malbatên wan lê ne bûne, destnîşan kirin ku ji ber dûrbûnê bi salan e ew nikarin xizmên xwe bibînin û xwestin ku demildest ji bo serbestberdana girtiyan sererastkirinên qanûnî werin kirin.    * Dikandaran diyar kirin ku şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de tevî kabloyên înternetê û av zirarê dibînin jî çêkirina rêyê didomîne û gotin ku tişta qeyûm dike wan mexdûr dike. Welatiyan bertek nîşan da ku 2 meh in rê nehatiye temamkirin.    * Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Baver Mizrak diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de tişta herî lezgîn ku were kirin qanûna entegrasyonê ye û got ku komîsyona ku wan di vê çarçoveyê de ava kiriye dê di bin 11 sernavan de xebatên hiqûqî bidomîne.   * Mehmet Şah Bîten ku 25 sal in li Enqerê dijî, li gundê Zerê yê Bismilê ku qet neçûye wir û navê gund jî qet nebihîstiye, ji ber bikaranîna "elektrîka qaçax" 850 hezar TL cezayê pereyî lê hatiye birîn.   *Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mejiyê wî, li beşda çavdêriya awarte didome.    * Danişîna ewil a doza Hevşaredarên Akdenîzê dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrsînê were lidarxistin. (10.00)   * Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê li Îdirê bi gel re hevdîtin were kirin. (11.00)   * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê li avahiya xwe ya li Beyoglûyê bi daxuyaniyekê “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” aşkera bike. (13.00)   * Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê tev li çalakiya xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yilê ji bo Rojîn Kabaîşê daye destpêkirin bibe. (13.00)