Biryara binpêkirinê ya DMME'yê ya der barê Demîrtaş de teqez bû 2025-11-03 21:41:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Panela DMME'yê, îtiraza Tirkiyeyê ya der barê biryara binpêkirinê ya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demirtaş de red kir.    Panela Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), îtiraza Tirkiyeyê ya bi daxwaza jinûve nirxandina biryara der barê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş, red kir. Bi vî awayî biryara binpêkirina mafan a DMME'yê ya der barê Demirtaş de teqez bû.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya sanal têkildarî mijarê daxuyanî da. DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku itiraza desthilatê ya di 8'ê Cotmehê de kiribû hatiye redkirin û bi vî awayî îro biryara binpêkirinê ya der barê Demirtaş de teqez bûye.