Bîra berxwedanê Taxa Xaçortê di hedefa şerê taybet de ye 2025-11-04 09:13:09 WAN - Taxa Xaçortê ku berê bi nasnameya xwe ya berxwedanê dihate nasîn, niha ji vê  nasnameyê bêpar tê hiştin û bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Çanda taxê ya ku bi tiryak, fihûş û bişaftinê ve tê guhertin,  tevna civakî ya taxê jî bi awayekî sîstematîk tê guhertin. Ji 147 taxên Wanê yek jê Taxa Xaçortê ye. Taxa Xaçortê ya ku ji 179 kolanan pêk tê, li quntarê Çiyayê Erekê ye. Xaçort, bi nasnameya xwe ya berxwedanê û mîrateya xwe ya çandî û dîrokî tê nasîn. Yek ji taybetmendiya vê taxê ew e ku şêniyên taxê bi giştî ji welatiyên Colemêrg û Şirnexê pêk tên. Ev şênî jî di salên 1990'î de ji ber polîtîkayên dewletê yên "ewlehiyê" û valakirina gundan ji neçarî ji axa xwe hatine koçberkirin û li vir bi cih bûne. Taxa Xaçortê ya ku çand, ziman, huner û berxwedana bi Kurdî lê hebû, di salên dawî de bûye yek ji navenda polîtîkayên şerê taybet a dewletê.    Li taxê ku nifûsa wê nêzîkî 19 hezar e, di salên dawî de polîtîkayên fihûş, bikaranîna madeyên hişbir û bişaftinê berbelav bûne. Li ser diwarên taxê ku wekî "Ayığ ol Xaçort"  hatine nivîsandin wekî jêbirina çanda berxwedana taxê ya sembolîk tên şîrovekirin ku armanc dike bîra berxwedana taxê jê bibe. Nivîsên ku berê li ser dîwaran dihatin nivîsandin û berxwedan, nasname û çanda bajêr nîşan didan yek bi yek tên jêbirin û li şûna wan nivîsên ne li gorî çanda taxê tên nivîsandin. Ev wekî mudexileyeke rasterast li bîra çandî ya niştecihên taxê tê şîrovekirin. Navên kolanan û zimanê axaftinê yên taxê jî bûye Tirkî, armanca ji vê jî veguherandina tevna wê ya çandî ye. Taxa ku bi mobeseyan hatiye dorbêçkirin û tê temaşekirin, yek ji taxa Wanê ya ku herî zêde tiryak û madeyên hişbirê lê tên bikaranîn.    Zêdebûna bikaranîna madeyên hişbirê li Xaçortê, bi taybetî di nav nifûsa ciwanan de, dibe sedema fikarên cidî. Li gorî gotinên şêniyên taxê, gelek ciwanên taxê bi awayên guman jiyana xwe ji dest dane. Şêniyên taxê dibêjin ku ev rewş ne tenê pirsgirêkeke civakî ye, lê di heman demê de polîtîkayeke sîstematîk e ku armanc dike berxwedana civakî qels bike. Her çend tê tekezkirin ku hedefgirtina Xaçortê ne rashatineke jî, zext û mudexileyên ku hem di warên çandî û hem jî di warên civakî de li taxê tên kirin wekî gavên ku armanc dikin ku çanda berxwedanê ya demdirêj têk bibin tên dîtin.   Polîtîkayên şerê taybet ên li Taxa Xaçortê wekî mînakeke berbiçav a polîtîkayên şerê taybet e, li Wan û deverên wê bandora wan rasterast li ser jiyana gel dike.    Jinên ku zêdetirî 40 sal in li taxa Xaçortê dijîn, polîtîkayên şerê taybet ên li ser  taxê tên meşandin vegotin.   'EM NIKARIN ZAROKÊN XWE BI TENÊ BIŞÎNIN DERVE'   Ji jinan Zumeyye Cîntan (55) ku 35 sal in li taxa Xaçortê dijî, diyar kir ku bi mudexileya dewletê ya li ser taxê, tax bûye qadeke polîtîkayên şerê taybet. Zummeye Cîntanê bi lêv kir ku ev polîtîka jî di şexsê ciwanan de pêk tê û wiha axivî: "Xaçort ne mîna berê ye. Gelek tiştên xerab xistin nava bajêr û taxên me. Li ku derê Kurdek hebe, yan jî ciwanek Kurd hebe li wir ev polîtîka pêk anîn. Em dixwazin ku ev kolanên me wekî berê bi ewle bin. Li ber çavên me ciwan hişbirê bi kar tînin û ji ser hişê xwe diçin. Em nawêrin biçin mudexile bikin. Divê ku pêşiya van polîtîkayan bê girtin. Berê taxa me ne wisa bû. Me zarokên xwe bi tenê şandin dibistanê. Lê niha kesek nikare zarokê xwe bi tenê bişîne kolanê. Her wiha zimanê kolanê bûye Tirkî, kirine Tirkî. Serê her kolanekê em ciwanên ku ji ser hişê xwe çûne dibînin. Kê ev ciwan girêdayî tiryakê kirin, kî wiha dike em nizanin. Êdî em baweriya xwe bi kesî bînin."    'CIWAN XWE DIKUJIN'   Zumeyye Cîntanê da zanîn ku polîtîkayên şerê taybet heta ku bandoreke neyînî li ser têkiliyên wan ê bi cîrantiyê jî kirine û got ku di vê hêlê de divê ku DEM Partî li taxê xebatên zanekirin û serwextkrinê bide pêşiya xwe û got: "Wekî berê ne cîrantî ne jî tifaq maye. Em dixwazin ku taxa me wekî berê xweş be. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Ew ciwanên ku dikevin tora tiryakê divê ku partî wan bibîne û wan birêxistin bike. Partiya me dewleta me ye. Wê demê yê ku van ciwanan sax bike jî partî ye. Di salekê de çend ciwan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ev ciwan çima xwe dikujin? Ev ciwan çawa girêdayî tiryakê bûne, çawa ketin destê van çeteyan? Çend roj beriya niha ciwanekî 21 salî xwe kuşt. Ev ciwan çima çareseriyê di mirinê de dibînin? Ev ne tiştekî hêsan e. Berê van ciwanan dixwendin, welatparêz bûn, zana bûn."    'BI ŞEV HÛN NIKARIN DERKEVIN KOLANÊ'   Ji şêniya taxê Hanîfe Koçak a ku 49 sal in li taxa Xaçortê dijî jî anî ziman ku dewlet bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet taxê ji nûve dîzayn dike û wiha vegot: "Berê Xaçort kelaha berxwedanê bû. Bi çand, têkoşîn û sekna xwe ya jiyanî her tim cuda bû. Lê dema ku em îro lê dinêrîn em dibînin ku bûye navenda polîtîkayên şerê taybet. Ciwanên berê neman e. Mixabin ev rastiyeke berbiçav e. Zimanê me yê kolanê kirin Tirkî. Êdî zarokên me bi Kurdî naaxivin. Bi mudexileya dewletê ev tişt çêbûn. Ev polîtîkaya dewletê heta nava mala me hat. Divê ku em li dijî van polîtîkayan ciwanên xwe, zarokên xwe biparêzîn. Bi şev hûn nikarin bikevin kolanên Xaçortê. Çimkî di her kolanêkê wê de kesên tiryakê bi kar tînin hene. Kesek jî nikare tiştekî bibêje rasterast êriş dikin.Van polîtîkayên dewletê ev tax anî vê rewşê."    'DIVÊ EM BI VEGUHERTINA TAXA XWE DEST PÊ BIKIN'   Hanîfe Koçakê jî got ku tevî polîtîkayên şerê taybet ê dewletê jî tax di sekna xwe ya welatparêzî de gav paşve naavêje û wiha domand: "Li dijî van hemû polîtîkayên tepisandinê jî gelê me li ser pêyan e. Ev 49 sal in ez li vê taxê dijîm, em ji gund hatin vê derê. Lê me tu caran serê xwe li ber van polîtîkayan netewand. Tu car em di bin bandora wan de neman. Ev kincên min nasnameya min e, ev ziman nasnameya min e. Dewlet jî vê bi zanebûnî dike. Ciwanan sewqî tiryakê dikin. Divê ku em xwedî li zarokên xwe û taxa xwe derkevin. Divê em ciwanan û jinan tevlî pêvajoya Civaka Demokratîk bikin. Divê em bi veguhertina taxa xwe dest bi vê pêvajoyê bikin û di nav vê pêvajoyê de hilbigirin. Ji bo vê jî divê kem bêtir kedê bidin û bêtirîn têbikoşîn."    MA / Zeynep Durgut