Akademîsyena Aştiyê: Divê dewlet bi reformên qanûnî bersiva pêvajoyê bide 2025-11-07 09:14:08   MÊRSÎN - Akademîsyena Aştiyê Zeliha Burcu Acarê got: "Divê dewlet bi reformên demokratîk û destûra bingehîn bersiva vê pêvajoyê bide. Divê ne bi gotinên 'bidawîanîna terorê', lê bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêş ve biçe."    Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Azadiyê ya Kurd di Kongreya xwe ya 12'an de biryar da ku PKK'ê fesix bike û bêçek bike. Di 26'ê Cotmehê de, wekî nîşana duyemîn a pêvajoyê, Tevgera Azadiyê ya Kurd biryara xwe ya vekişandina hêzên xwe ji bo "Herêmên Parastina Medyayê" ragihand. Akademisyena Aştiyê Zeliha Burcu Acarê rewşa heyî ya pêvajoyê nirxand û got: "Ji bo pêvajoya ku ji hêla Ocalan ve hatiye destpêkirin, binavkirina wê ya aştiyê ya gelên kurd û tirk maqûl e. Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navînê jî gaveke erênî ye. Berpirsiyariya her kesî heye; divê pêvajo ne wekî serkeftin an têkçûnê, wekî avakirina jiyaneke hevpar were dîtin."   Zelîha Burcu Acarê anî ziman ku divê dewlet jî gavên zelal û samîmî bavêje û got: "Divê pêşdarazî, klîşe û zimanê dijminane were terikandin. Hişmendiya 'Ez ê bi vê re rûnim, ez ê bi wê re rûnim' sûdê nade tu kesî. Divê her du alî jî guh bidin hev û xalên hevpar bibînin. Ez bawer dikim ku aştiya di navbera gelên tirk û kurd de dê bandoreke erênî li ser gelên Rojhilata Navînê jî bike."   GAVÊN QANÛNÎ   Zelîha Burcu Acarê gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd der barê pêvajoyê de avêtine wekî "samîmî û rasteqîn" bi nav kir û got: "Divê dewlet bi reformên demokratîk û destûra bingehîn bersiva vê pêvajoyê bide. Divê em ne bi gotinên 'dawîkirina terorê', lê bi qanûnên entegrasyona demokratîk pêş bikevin."    Zelîha Burcu Acarê diyar kir ku hêviyên der barê qanûna Ewropî de şaş in û got: "Me dikarîbû mafê xwe yê hêviyê bi kar bianiya, lê ji bo vê yekê pir bi derengî ket."    Zelîha Burcu Acarê diyar kir ku aştî ne tenê bi danîna çekan, di heman demê de bi avakirina entegrasyona demokratîk jî dikare pêk were û got: "Nêzîkatiya Ocalan a ji bo aştiyê fireh û kûr e. Bi derbaskirina pêşdaraziyên rabirdûyê, mimkun e ku hemû gel bi fikra komara demokratîk bi hev re bijîn. Divê Rojhilata Navîn ji perspektîfa Rojava rizgar bibe û bi nirxên xwe yên demokratîk ji nû ve were şekildan."   MA / Mehmet Guleş