Li Agiriyê Komeleya Kurdî-Zana Araratê hat vekirin 2025-11-08 16:23:40   AGIRÎ - Piştî 10 salan, Komeleya Ziman û Çanda Kurdî-Zana Araratê ku dê li ser ziman û çanda kurdî xebatê bike, li Agiriyê hat vekirin.   Piştî 10 salan, Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Kurdî-Zana Ararat ku dê li ser ziman û çanda Kurdî xizmetê bike, li Agiriyê hat vekirin.   Gelek kes beşdarî merasîma vekirinê bûn ku li taxa Yavuz a navenda bajêr hat lidarxistin. Welatiyan li ber avahiya komeleyê stranên kurdî gotin û govend gerandin.