Îshak Tepe wefat kir 2025-11-09 13:59:57 AMED - Nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe ku kurê wî yê rojnameger Ferhat Tepe hatibû qetilkirin, wefat kir.      Nivîskar û siyasetmedar Îshak Tepe ku kurê wî nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê yê Bedlîsê Ferhat Tepe di 28’ê Tîrmeha sala 1993’yan de hate revandin û cenazeyê wî di 4’ê Tebaxê de li Xarpêtê hatibû dîtin, wefat kir. Tepe, yek ji pêşengên siyaseta Kurd û têkoşîna çandî bû. Ji salên 1960’î ve di nava xebatan de bi awayekî çalak cih girt û di Partiya Demokrasiyê (DEP) û Partiya Demokrasiyê ya Gelan (HADEP) de jî cih girtibû.    Tepe, ji roja kurê wî hatibû qetilkirin heta niha (32 salan), tu caran dev ji têkoşîna xwe berneda. Tepe, doza Ferhat Tepe heta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî bir, Tirkiye hate mehkûmkirin û meseleya cînayetên kiryarnediyar xistibû rojeva navneteweyî.