ÎHD: Di 10 mehan de li Mêrdînê 53 bûyerên mirinên biguman rû dane 2025-11-11 15:51:47 MÊRDÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê da zanîn ku di 10 mehên ewil ên sala 2025’an de 53 îdiayên întîharê û mirinên biguman rû dane û banga tevdîgirtinê kir.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê, rapora xwe ya têkildarî bûyerên întîharê û mirinên biguman ên di sala 2025’an de rû dane, daxuyanî da. Daxuyanî, li avahiya komeleyê hate dayin û ji rêveberên komeleyê Bêrîvan Guneş xwend.    Bêrîvan Guneşê diyar kir ku di demên dawî de li her devera Tirkiyeyê întîharên zarok û ciwanan derketine astekî tirsnak û got: “Di encama lêkolîna li seranserî Mêrdînê de derket holê ku jin û mêr jî di nav de bi giştî 38 îdiayên întîharê hene.  Ji van îdiayên întîharê 14 jê li Qoserê, 8 jê li Artukluyê, 7 jê li Dêrikê, 6 jê li Midyadê, yek jê li Stewrê û yek jî li Kerboranê rû da ye. Li gorî rêjeya nifûsê ya navçeyan, rêjeya herî bilind a întîharê li Dêrikê ye.”    25 MIRINÊN BIGUMAN ÊN JINAN     Di berdewamê de Bêrîvan Guneşê destnîşan kir ku di encama lêkolînan de, hat tespîtkirin ku li gel îdiayên întîharê, her wiha 3 cînayetên jinan rû dane û herî kêm 23 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Bêrîvan Guneşê wiha domand: “Li gorî salên berê, rêjeya kesên tê îdiakirina întîhar kirine û jiyana xwe ji dest dane, di sala 2025’an de pir zêde bûye. Di nav kesên tê îdiakirin întîhar kirine de zarokekî 11 salî, leşker û polîs jî hene. Ji 25 jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane de lêpirsînên der heqê 4’an de didomin. Bi hinceta ‘întîharê’ mirina biguman a 10 jinan hatiye paşguhkirin, ji bo yekê jî îdiaya ‘bi rêyên xwezayî miriye’ hate kirin.”    ‘NE TENÊ PIRSGIRÊKA XEBATKARÊN TENURISTIYÊ YE’      Bêrîvan Guneşê da zanîn ku di lêkolînên wan de derketiye holê ku meqamên darazê têkildarî îdiayên întîharê lêpirsîneke baş nameşînin, lêkolîneke baş nayê kirin, lêpirsîn li gorî berteka li ser medyaya dijîtal diguhere û wiha pê de çû: “Girîng e ku di mijara întîharê de di nava civakê de hestiyariyek ava bibe. Pêşîlêgirtina bûyerên întîhdarê ne tenê karê xebatkarên tenduristiyê, karê me tevan e. Girîng e ku em bên cem hev û bi hev re tevbigerin.”    REWŞA CIWANAN       Bêrîvan Guneşê got ku di salên dawî de ji ber sedemên psîkolojîk, bahîsa dijîtal, tiryak û hwd. ciwan cihekî xwe lê îfade bikin nabînin û ev jî rêjeya întîharê zêde dike. Bi domdarî hate xwestin ku sedemên aborî, civakî û psîkolojîk bên tespîtkirin û polîtîkayên ciwanan bihêz dikin bên pêşxistin.