Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye 2025-11-11 23:38:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim derbarê hevdîtina Trump û Şara de got: “Êdî em dikarin bibêjin ku Tirkiye Peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye. Bi vê peymanê re wê gelek pirsgirêk çareser bibin.”   Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Demkî yê Sûriyeyê Ahmed Şara li Amerîkayê hevîtineke pêk anîn. Herwiha di navbera Wezîrê Karê Derve yê Sûriyeyê Esed Şaybanî, Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan de ‘civîna xebatê’ pêk hat.   Îro hat ragihandin ku Trump û Şara li ser pêkanîna peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera HSD û Şamê de pêk hatibû gotûbêj kirine û herdû aliyan li ser pêkanîna vê peymanê li hev kiriye.   Endamê Desteya Serokatiya PYD’ê Salih Muslim têkildarî mijarê ji Xwebûnê re axivî.   Salih Muslim diyar kir ku ew hevdîtinê ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê wekî gavekî nû û erênî dibînin û ev tişt got: “Konjuktor jî êdî amade bû ku gav bên avêtin. Ji bo tiştên ku niha pêk bên jî amadekirî di lûtkeya Şermeşêxê û cihên cuda de dihatin kirin. Biryarek li dijî terorê hatibû girtin. Şara jî niha ji bo vê yekê çûye DYA’yê. Di hevdîtinê de gelek xal hatine nîqaşkirin û li ser gelek tiştan lihevkirin çêbûne. Tişta herî balkêş jî ew e ku Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî li wir bû. Ew jî tevlî civîna ku pêk hat bû. Di vê civînê de rola Tirkiye, Şara, DYA, hikumeta Sûriyeyê û hêzên koalîsyonê hatine nîqaşkirin. Û îxtîmaleke mezin li ser gelek xalan jî lihev kirine. Em jî wek PYD’ê vê hevdîtinê ji bo Rojhilata Navîn wek gaveke erênî dibînin.”   ‘RAKIRINA QEDEXEYAN JI BO ME JÎ ERÊNÎ YE’   Muslim da zanîn ku di hevdîtinê de nîqaş li ser têkoşîna li dijî terorê hatiye kirin û wiha axivî: “Ji bo silametiya Sûriyeyê mijara sereke têkoşîna li dijî terorê ye. Niha ev teror wek DAIŞê tê pênasekirin lê gelek kom hene.”   Muslim di axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ku li ser Ahmet Şara û hin kesayetên din hatine rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qedexeyên ku ji ser Şara û hevalên wî hatine rakirin ji bo karibin rehettir tevbigerin hatine rakirin. Lê divê qedexeyên li ser tîcaretê jî bên rakirin. Ji ber ku yên herî zêde ji vê bandor dibin gelên Sûriyeyê ne. Rakirina qedexeyan dê bi awayeke erenî bandor li ser me jî bike. Dibe ku MSD rehettir karibe tevbigere. Herwiha ji aliyê pêşxistina projeyan de jî dê xwedî bandoreke erênî be.”   ‘REWŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ WÊ LI ŞAMÊ ZELAL BIBE’   Muslim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji tevlivbûna civînê ya Wezîrê Karê Derva yê Tirkiyeyê jî diyar dibe ku li ser rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatiye nîqaşkirin. Lê naxwazin vê mijarê bikin rojev. Piştî ku Şara vegere Sûriyeyê dê bi HSD’ê re li ser vê mijarê were axaftin. Ez bawerim dê der barê mijarê de hefteyên pêş me li Şamê civîneke berfireh pêk bê. Dê rayedarê DYA û koalîsyonê jî di vê civînê de amade bin. Lê dîsa dibêm diyar e ku Tirkiye, DYA û Şara li ser rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirine û li hev jî kirine. Lê ev mijar dê hefteyên pêş me li Şamê diyar bibin.”   ‘PEYMANA 10’Ê ADARÊ JI BO TEVAHIYA SÛRIYEYÊ GIRÎNG E’   Muslim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Peymana 10 adarê ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû Sûriyeyê peymaneke girîng e. 8 bendên ku di vê peymanê de hatine qebûlkirin xizmet ji herkesê re dikin û herkes dixwaze ku ev bend pêk bên. Lê heta niha ew li dijî vê peymanê derdiketin. Tirkiye jî ji ber ku ne di nav amadekirin û îmzekirina peymanê de bû dixwest ev peyman hilweşe. Lê di civîna ku niha pêk hatiye de ji ber ku wezîrê Tirkiyeyê jî cih girtiye em dikarin bibêjin ku Tirkiye êdî vê peymanê qebûl kiriye. Ji bo ev peyman pêk bê gelek hevdîtin dihatin kirin lê nikaribûna vê peymanê erê bikin. Ji ber ku çavên wan li Tirkiyeyê bû. Lê niha hevdîtin hatine kirin û bi pêkanîna peymana 10’ê Adarê dê gelek mijar bên çareserkirin. Pirsgirêka Kurd jî di nav de.”   ‘BÊYÎ DEMOKRASÎ ENTEGRASYON PÊK NAYÊ’   Muslim di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Niha asîmîlasyon heye û entegrasyon heye. Em dixwazin li ser esasê demokrasiyê entegreyê Sûriyeyê bibin. Divê em li ser zagonên hiqûqî li hev bikin. Heke ji du aliyan yek ji demokrasiyê bawer neke, tu nikarî pê re entegrasyonê pêk bînî. Ji ber vê yekê divê Şam jî wek me ji demokrasiyê bawer bike û Emerîka jî di vê mijarê de bibe alîkar. Lê heke di nav hewldana helandinê de bin wê demê em nikarin behsa entegrasyonê bikin. Ji bo HSD’ê entegrasyonê pêk bîne divê hikumeta Şamê saziyên xwe ava bike.”