Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin 2025-11-13 09:15:16 WAN - TJA’yiyan gotin, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bo Kurdan û gelên din hêvîbexş e û jinan di vê pêvajoyê de roleke pêşeng lîstiye û ev rol dê bi hêzeke mezin berdewam bike. Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, piştî biryara fesixkirin û bêçekkirina PKK'ê, Tevgera Azadiya Kurd di 26’ê Cotmehê de ragihand ku li hemberî şer û provokasyonên muhtemel hêzên xwe vekişandiye û ev yek nîşana gihîştina qonaxa duyemîn a pêvajoyê ye. Di vê qonaxa gihîştî de, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) rol û mîsyona jinan di pêvajoyê de nirxandin û destnîşan kirin ku jin pêşengên pêvajoyê ne.   Yildiz Çetînê diyar kir ku pêvajo ji bo Kurdan û gelên din ji aliyê moral û hêviyê ve gelekî girîng e û ev tişt got: "Jinan gelek tekoşîn dan. Me zarokên xwe, malên xwe, qadên jiyana xwe kirin berdêl. Di dîrokê de me gelek êş dît. Rol û mîsyona jinan di pêvajoyê de bi meşa dawî ya TJA'yê re careke din girîngiya xwe nîşan da. Ji bo li Rojhilata Navîn a ku sînorên wê yên nû tên xêzkirin û bûye golek xwînê, aştî çêbibe, hewleke mezin tê dayîn. Em tu carî van têkiliyên berjewendî û desthilatdar ên sîstema emperyalîst rast nabînin. Em ê ji bo aştiyê tekoşîna xwe berdewam bikin."   'PÊŞENGÊN PÊVAJOYÊ JIN IN'   Yildiz Çetînê bal kişand ser rolên jinan a di pêvajoyê de û wiha pê de çû: "Wekî her dem, pêşengên vê pêvajoyê jî dîsa em in û em ê ji gel re bi berdewamî rave bikin. Di pêvajoyê de hîn jî metirsiya bêbaweriyê û sabotekirinê heye. Em bawer dikin ku pêvajo dê erênî be. Vekişandina dawî ya hêzên PKK'ê bû moralek mezin. Hêviyên jinan ji pêvajoyê îro ew e ku êdî dayik negrîn, mirov wekhev xwedî maf bin, bi zimanê dayika xwe xwe îfade bikin, êdî şahidiya şehadeta zarokên xwe nekin. Ger jineke ku îro zarokê xwe winda kiriye, aştî bixwaze, ev yek gelekî girîng û watedar e. Heke dayikeke çavên wê bi hêsir bi israr aştiyê bixwaze, ev gelekî girîng e. Lê hêzên ku dilê wan neşewitiye û ji bo domandina desthilatdariya xwe hewl didin xwe li ser vê pêvajoyê ava bikin, her tiştên ku ji destê wan tê dikin da ku pêvajoyê têk bibin. Heke pêvajo xera bibe, her kes winda dike."   Yildiz Çetînê anî ziman ku desthilatdarî mafên mirovan binpê dike, sepandina mafê hêviyê pêk nayîne û di civakê de rewşeke bêbawerî û bêmoralî diafirîne, divê hemû gel li pêvajoyê xwedî derkeve û jê bawer bikeû wiha pê de çû: "Em ê bi hev re bi ser bikevin û em ê aştiyê bibînin. Bi salan e em hemû bi vê baweriyê têdikoşin, me xwe gihand van rojan. Me tu carî ji têkoşîna xwe paşve gav neavêtiye û em ê îro bi hev re van rojan bibînin. Qonaxa îro em gihîştînê ji bo me hemûyan gelekî girîng e."   'EM HER TIM AŞTIYÊ DIXWAZIN'   Îlknûr Aydinê diyar kir ku jinan di dîrokê de êşên mezin kişandine û tekoşînên mezin dane û got: "Yên ku herî zêde êşê dikişînin dayik û jin in. Di her qadê de yê ku di serî de têdikoşe jin e. Ji ber vê yekê ev pêvajo ji bo me jin û dayikan gelekî bi qîmet e. Rola jinan di her qadê de heye, jiyaneke ku jin tê de tune be nayê fikirîn. Felsefeya me ya 'Jin, jiyan, azadî' jî vê nîşan dide. Em ê wekî pêşengên vê rêyê her tim li ser vê rêyê bimeşin. Herî zêde jin û dayik piştgirî didin pêvajoyê. Ji ber ku ji her du aliyan ve jî gelek êş hatin kişandin. Pêşî dilê dayikan dişewite. Em jî vê naxwazin. Me her tim aştî xwest û naxwazin xwîn birije. Divê di serî de jin vê pêvajoyê xwedî derkevin. Ger em xwedî derkevin, em ê bigihîjin serkeftinê."   BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ   Îlknûr Aydinê anî ziman ku Tevgera Azadiya Kurd di derbarê pêvajoyê de her tiştê ku dikeve ser milê wê pêk aniye, lê dewletê gavên pêwîst neavêtiye û ev tişt got: "Lê ji niha û pê ve ya ku em li bendê ne, avêtina gavên şêmber e û pêşvebirina pêvajoyê li gorî pêwîstiyê ye. Jin her tim piştgiriyê didin vê pêvajoyê ne. Daxuyaniyên ku ji aliyê desthilatdariyê ve tên dayîn têr nakin û divê gavên li gorî ruhê pêvajoyê bên avêtin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku di serî de jin û dayik, xwedî li pêvajoyê derkevin. Ji bo me ya girîng paşeroja zarokên me û bidawîbûna şerê sed salî ye. Em ê ji bo vê yekê jî tekoşîna xwe bidomînin."   MA / Ozlem Yacan