Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin 2025-11-13 11:52:23   WAN - Welatiyên Wanê diyar kirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê weke gava ewil mafên gelê Kurd bên naskirin.    Welatiyên Wanê têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn. Welatiyan got ku heta di mijara demokrasî û zagonan de gav neyên avêtin dê pirsgirêk çareser nebin.    Ji welatiyan Sakîne Turanê anî ziman ku Kurd weke pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê tên nîşandan lê Kurd pirsgirêk nînin û got: “Meseleya herî mezin ew e ku mafên Kurdan bên naskirin. Heke li Tirkiyeyê aştî û demokrasî hebûya dê hemû pirsgirêk bihatina nîqaşkirin û welatekî ku mirov bikare lê bijiya bûya. Lê demokrasî nîne. Heke me bikariya bi zimanê xwe perwerde bibin û mafên me bihatina dayin, niha welat di astekî cuda de bûya. Bi pêvajoya aştiyê ya nû re firesdek çêbû. Divê hemû mafên Kurdan di Destûra Bingehîn de bên misogerkirin. Dixwazim hebûna min were qebûlkirin û temînateke wê ya hiqûqî hebe. Kurd, daxwaza mafên xwe dikin.”    BAL KIŞAND SER MIRIN Û BIRÇÎTIYÊ   Bedrettîn Gezgîn jî anî ziman ku ji ber şerê bi sala ye didome êdî civak bêzar bûye û got: “Daxwaza me rêz, hezkirin û aştî ye. Şer zirarê dide her alî. Sedema rewşa niha ya aboriyê jî şer e. Xelk ji ber şer nikare debara xwe bike. Bila êdî aştî çêbibe, xwîn nerije û zarok nemirin. Ji bo vê jî hewcehî bi edaletê heye.”    DAXWAZA AŞTIYEKE BIRÛMET   Seracettîn Aslan jî got ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng de ye û got: “Şerê bi dehan sale didome, bi xwe re êşên mezin anî. Dixwazim li welatekî hiqûq lê serwer, demokrasî lê heye, mirov lê nayên kuştin, demokratîk û azad bijîm. Aborî jî ji vê rewşê bandor dibe. Heke demokrasî hebe, aborî jî baş birêve diçe û civak aram dijî. Ji partiyên siyasî zêdetir divê civak aştiyê biparêze. Pêdiviya vî welatî bi aştiyeke birûmte heye.”    MAFÊN KURDAN   Yuksel Yuce jî ev tişt anî ziman: “Mezintirîn pirsgirêka Tirkiyeyê, nebûna ewlehiyê û demokrasiyê ye. Êdî ne jin ne jî zarok di ewlehiyê de ne. Mixabin li vî welatî demokrasî nîne. Em behsa pêvajoya aştiyê dikin lê civak hêj jî ji hev hez nake. Ji ewil divê rêveber ji hev re rêz bigirin û silha xwe bikin. Di vê pêvajoyê de mijara herî girîng, naskirina mafên Kurdan e. Wek mînak; bavê min bi Tirkî nizane û ma çima dema diçe nexweşxane û saziyên din xwe bi Kurdî îfade neke? Çima zarokê min bi Kurdî perwerde nebe? Demokrasî ev e. Madem qala xwişk-biratiyê tê kirin, divê ev maf bên dayin. Divê her kes xwedî heman mafan bin ku aştî çêbibe.”    DAXWAZA WELATEKÎ ADILANE Û DEMOKRATÎK   Ebrû Yeşîlagaçê jî destnÎşan kir ku gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê hene û çareseriya wan jî girêdayî serkeftina pêvajoya aştiyê ye. Ebrû Yeşîlagaçê got: “Em aştiyê dixwazin ji ber ku em dixwazin bi ewle bijîn. Aştî; demokrasî, azadî û wekhevî ye. Em jî welatekî demokratîk û adilane dixwazin.”    Ahmet Bozkurt jî diyar kir ku ji ber krîza aboriyê nikare debara xwe bike û got: “Bila aştî were, em êdî westiyan. Ji bo xwîn nerije û dayik negirîn, divê ev pêvajo bi ser keve. Kurd, aştiyê dixwazin.”