Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim? 2025-11-14 13:51:54 AMED - Azîze Tunelî ya 92 salî ku tehliyeya kurê wê Ahmet Tunelî 4 caran hatiye astengkirin, got: “Dixwazim kurê xwe bibînim. Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?”    Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Tîpa T a Sêweregê, cara 4’emîn bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Ahmte Tunelî asteng kir. Tunelî ku cezayê muebbetê lê hatibû birîn û 30 salên xwe temam kiriye, diviyabû di Cotmeha 2024’an de bihata berdan. Lêbelê lijneyê tehliyeya wî ji bo 3 mehan taloq kir. Tehliyeya Tunelî di Çileya 2025’an de ji bo 6 mehan, di tebaxê de jî ji bo 3 mehan hate taloqkirin. Piştî temambûna vê demê jî lijneyê di 12’ê Mijdarê de careke din tehliyeya Tunelî ji bo 6 mehan taloq kir.    Di biryara taloqkirinê ya dawî de hate gotin ku 43 dosyayên disiplînê yên Tunelî hene û li girtîgehê tev li çalakiya greva birçîbûnê bûye. Di biryarê de ji bo Tunelî hincetên weke “di ferqa sûcê xwe de nîne, çalakiya xwe weke sûc qebûl nake, poşman nîne, PKK’ê weke rêxistina terorê nabîne” hatin nîşandan. Lijneyê bi îdiaya “dê heman sûcî dubare bike, zirarê bide civakê, tev li xebatên rêxistinê bibe û ji bo tev li civakê bibe amade nîne” tehliye Tunelî ji bo 6 mehan taloq kir.    'DIXWAZIM KURÊ XWE BIBÎNIM’     Azîze Tunelî ku dema kurê wê hat girtin 60 salî bû û niha 92 salî ye, li odeya ku bi wêneyên kurê xwe xemilandiye û di nava nivînan de ye, tekane daxwaza wê berdana kurê xwe ye. Azîze Tunelî, got: “Ma wijdana van heye? Ez nexweş im, di nav nivînan de me. Ji bo ku dê kurê min bihata berdan gelek mêvan hatin û çûn. Min digot dê Ehmedê min tehliye bibe, mala me bi mêvanan tije bibe û ez jî dê hinek bêhn bistînim. Dixwazim wî bibînim, gelo beriya bimirim ez ê bikarim wî bibînim? Halê min baş nîne, nexweşiyên min hene. Heke Ehmedê min hatibûya berdan dê bi destê min bigirta û ez gêrandibûma. Nahêlin Ehmedê min bê berdan. Bêyî sûcekî kurê min hebe ceza dane wê. Cezayê xwe xelas kiriye lê dîsa jî bernadin. Vala vala wî di wir de digirin, bernadin. Ma ev wijdan e? Ma qet heq, hiqûq û wijdana wan nemaye? Êdî bes e. Ez nexweşim û dixwazim kurê xwe bibînim.”    'JI BER KU KURÊ MIN BERNEDAN HETA SERÊ SIBEHÊ GIRIYAM’      Azîze Tunelî, got ku ji parêzeran bihîst ku kurê wê nehatiye berdan û ev tişt anî ziman: “Duh li ser telefonê bi kurê xwe re axivîm. Dema pê re axivîm ji min re got; ‘li çaverêya dadgehê bûm ka dê çi encam jê derkeve. Piştre min lê nihêrt ku ji bo 6 mehan taloq kirine.’ Min jî jê re got; ‘kurê min, kurê min Ehmed’ û derdê xwe jê re vegot. Nahêlin bigihijim kurê xwe. Herî dawî beriya koronayê min kurê xwe dîtibû. Lingê min seqet e lewma nikarim biçim hevdîtina wî. Li rexekî dibêjin ‘aşît’ li rexa din jî cezayan didin. Ev çi aştî ye? Em tiştekî ji wan fêm nakin. Em tevek li çaverêya kurê min bûn lê dîsa jî ceza dane wî. Ji ber ku Ehmed nehate berdan heta serê sibehê giriyam.”    'BI HÊVÎ TÊN Û BI XEMGÎNÎ VEDIGERIN’     Xwişka Ahmet Tunelî, Zumrut Demîr ku ji bo pêşwazîkirina kekê xwe ji Mêrsînê hate Amedê jî got: “Bi hêviya ku dê birayê min were berdan tevî hevjîn û zarokên xwe hatim Amedê. Em keyfxweş bûn. Her carê bi hêviyeke mezin tên lê bi xemgînî vedigerin. Ji roja tehliyeya wî hatiye taloqkirin heta niha dayika min digirî, em digirîn. Em aştiyê, xwişk-biratiyê dixwazin. Bila êdî dayik negirîn. Li rexekî dibêjin aştî lê li rexa din girtiyên cezayê wan qediyaye bernadin. Bila êdî ev hesret bi dawî bibe û dayik û birayê min bigihijin hev.”    Ahmet Tunelî, di 1’ê Mijdara 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezan a Amedê hate binçavkirin. Di sala 1996’an de jî DGM’ê cezayê muebbedê lê birî. Di nava 32 salan de li gelek girîgehan ma. Di Cotmeha 2024’an de cezayê wî qediya lêbelê bi Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “başnehaliyê” tehliyeya qî asteng kir. Piştre jî 3 caran bi heman hincetê tehliyeya wî hat astengkirin.    MA / Heval Onkol