Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in 2025-11-14 15:50:29 ENQERE - Sekretera Jinan a KESK’ê Done Gevherê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê ya KESK’ê aşkera kir û got: “Weke jin em ji bo pêkvejiyaneke demokratîk û aştiyane ya welat bi israr in.”    Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cemaweriyê (KESK) bernameya xwe ya çalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, li avahiyê Sendîkaya Karkerên Cemaweriyê ya Baskê Xizmeta Çandinî û Daristanan (Tarim Orkan-Sen) daxuyanî da. Sekretera Jinan a KESK'ê Done Gevher got: “Em bi biryar in ku ji bo jiyanek bê tundî, wekhev û azadiyê têbikoşin.” Done Gevherê, zarok û jinên karker ên li navçeya Dîlovasiyê ji ber terkexamiya xwediyê febrîqeyê di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, bi bîr anî.   Done Gevherê, diyar kir ku şewat yek ji encamên polîtîkayên hikûmetê ye ku civakê li gorî hewcedariyên sermayeyê ji nû ve ava dikin û keda erzan û bêewle didomînin û got: “Em li dijî vê hilweşînê ne. Em daxwaza guhertina vê pergalê, bidawîanîna keda bêewle û neqeydkirî ya ku dibe sedema mirinên li cihê kar û hesabpirsîna hemû berpirsiyaran dikin."   BERTEK NÎŞANÎ BUDÇEYA 2025’AN DA      Done Gevher bal kişand ser Pêşnûmeqanûna Budçeya Navendî ya 2026'an û got: “Di vê planê de, para jinan ji budçeya navendî tenê 51 qiruş rojane ye. Jin, ku neçar in dibin kedkarên malê, karê lênêrînê bikin, neçar in ku bikevin karên kêm mûçe, bêewle û nîv-rojê."   ‘EM JI BO AŞTÎ Û WELATEKÎ DEMOKRATÎK BI ISRAR IN’   Bi domdarî Done Gevherê anî ziman ku polîtîkayên hikûmetê tevî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî berdewam dikin û wiha pê de çû: “Di şert û mercên ku gavên ber bi demokratîkbûnê ve werin avêtin û pratîkên dij-demokratîk werin terikandin de, aştiyek mayînde dê gengaz be. Wekî jin, em li ser daxwaza xwe ya jiyana bi hev re di welatekî aştîxwaz û demokratîk de israr dikin. Di tevahiya hefteyê de, em ê bi dirûşma 'Em bi biryar in ku ji bo jiyanek bê tundî, wekhev û azad têbikoşin' rêxistin û hevgirtina xwe zêde bikin da ku jiyanê li dijî tundiy mêran ji nû ve ava bikin."   DÊ MITÎNG BÊ LIDARXISTIN    Done Gevherê bernameya ku KESK ya hefteya 25'ê Mijdarê jî aşkera kir û got: “Em ê doza ku kiryarê destdirêjiyê şofand bişopînin.  Em ê daxwaza xwe ya edaletê di serî de ji bo Rojîn Kabaîş û hemû jinên ku tundî li wan tê kirin bidomînin.  Em ê di 24'ê Mijdarê de ji hevalên xwe yên jin ên girtî re kartan bişînin û di nava hefteyê de daxuyanî û hevdîtinan li dijî bêewlehî û tundiya mêr li dar bixin. Em ê di 25'ê Mijdarê de jî li hemû bajaran bi platformên jinan re li dijî şer, tundî û xizaniyê li qadan bin. Em ê di 28'ê Kanûnê de jî ji bo mitînga jinan ku em ê li Enqereyê li dar bixin jî ji tundiya mêr a li ser ked, beden û pergala mêtingeriyê re bibêjin na."