Jin bi perspektîfa 'azadîxwaziyê' rêveberiyên herêmî vediguherînin 2025-11-20 09:06:29 WAN - Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedalê diyar kir ku li dijî hişmendiya netewe dewletê, ew hewl didin ku li rêveberiyên herêmî pergaleke li gorî azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk ava bikin û got: "Temsîliyeta wekhev, pergala hevserokatiyê û mekanîzmayên temsîla jinê bingeha vê modelê pêk tînin."   Şaredariyên di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ne, bi paradîgmaya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk xizmetê ji gelê Kurdistanê re dikin. Ji bo ku zirarên qeyûman ji holê rakin, piştî hilbijartinê heta niha ev 20 meh in xebatên xwe didomînin. Pergala hevserokatiyê ku tê de jin û mêr bi hev re di rêveberiyê de xwedî gotin in, rê dide veguherîna civakê. Şaredarî, bi projeyên ku xizaniya jinan, têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê û tevlibûna aboriyê esas digirin, bi qadên hilberînê û kooperatîfan armanc dikin ku serxwebûna aboriyê xurt bikin.   Hevseroka Yekitiya Şaredariyên Herêma Başûrrojhilatê (GABB) û Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, li ser perspektîfa rêveberiyên herêmî axivî.   HIŞMENDIYA NETEWE DEWLETÊ   Neslîhan Şedal rave kir ku hişmendiya netewe dewletê di rêveberiyên herêmî de jinan paşguh dike û li dijî vê hişmendiyê, wan modelek demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêş xistine û got: "Bêguman, dema behsa guhertin û veguherîna ku modela hilberînên herêmî ya ku me pêk aniye tê kirin, divê bê destnîşankirin ku ev model hewldaneke ji bo guhertin û veguherîna hişmendiya hemû beşên civakê. Lewra hûn jî dizanin, di hişmendiya netewe dewletê de û di modela wê rêveberiya herêmî û şaredariyê de cihê jinan tune ye. Beşên ku bi nirxên xwe, çanda civakî û nasnameya xwe ve daxwaza wekhevî, edalet û demokrasiyê dikin, di rêveberiya herêmî ya modela netewe dewletê de têra xwe nayên temsîlkirin."   PERSPEKTÎFA NETEWEYA DEMOKRATÎK   Neslîhan Şedalê diyar kir ku bi modela rêveberiya herêmî ya DEM Partiyê ve, li dijî modela heyî alternatîfeke nû pêşkêş kirine û wiha pê de çû: "Ji ber vê yekê ye hişmendiya netewe dewletê di serî de jin ji mekanîzmayên rêveberiyê dûr xistiye û tecrîd kiriye. Ev modela desthilatdar û ji gel qutkirî, nirxên civakî paşguh dike û nasnameyên cuda nadehewîne. Ji ber vê yekê me hewl da ku modela rêveberiyên herêmî yên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêk bînin. Sedema bingehîn a demokratîkbûna wê ev e ku hemû beşên civakê xwedî li herêma xwe derkevin û derbarê jiyana xwe de biryaran bidin. Her kes dikare bi nasname, nirx û baweriyên xwe re di nav vê mekanîzmaya rêveberiyê de cih bigire. Bi vî rengî modela rêveberiya herêmî ya ku li gorî perspektîfa neteweya demokratîk e, tê avakirin."   QADÊN AZADIYÊ   Neslîhan Şedal bal kişand ser projeyên jinan ên rêveberiyên herêmî û qadên ku ji jinan re hatine vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rola aktîf a jinan di rêveberiyên herêmî de, tevlîbûna perspektîfa jinê di pêvajoyên plansazî û hilberandina polîtîkayan de, rê dide ku jin di qadên xwe de bi awayekî azad gotina xwe bibêjin. Di vê çarçoveyê de, bi rêya daîreyên polîtîkayên jinan, miduriyetên polîtîkayên jinan û xebatên li dijî tundiya li ser jinan, kêmkirina xizaniya jinan û xurtkirina aboriya jinan tên kirin. Herwiha bi rêya akademiyên jinan, cihên bîra jinan û pirtûkxaneyên berhemên jinan re newekheviya zayendî ya civakî têkoşîn tê kirin. Bi kooperatîfên jinan û qadên hilberînê re serxwebûna aborî ya jinan tê xurtkirin û li bajaran qadên azadiyê yên jinê û navendên jiyanê tên avakirin.   BAJARÊN JINAN    Ev pergal ne tenê bi qadên xweser ên jinan sînordar dimîne, di hemû qadan de, ji plansazîya bajêr heya binesazî, veguhastin û parkan, bi nêrîna jinan tê bicihanîn. Di dema pêş de, pênc bajar dê wekî 'bajarên jinan' bên îlankirin û armanc ew e ku ev model bê berfirehkirin. Van xebatan, avakirina jiyaneke demokratîk, wekhev û azad li bajaran, bi îradeya aktîf a jinan mimkun dikin. Projeya bajarên jinan, çareserkirina pirsgirêkên civakî bi nêrîna jinan, azadkirin û ewlekirina qadên jiyana jinan û beşdarbûna wekhev a jinan di pêvajoyên hilberandina polîtîkayan de armanc dike. Bi vê yekê, sîstema azadîxwaz a jinê dê li hemû qadên civakê belav bibe û pêvajoya demokratîkbûnê xurt bibe."   MA / Zeynep Durgut