Endamên komîsyonên yên CHP’î: Me hêj biryar nedaye 2025-11-20 13:14:29   ENQERE - Endama komîsyonê ya CHP’î Gokçe Gokçen têkildarî nûçeya rojnameya Sozcuyê axivî ku digot biryara neçûna serdana Îmraliyê daye û got: “Me hêj civîna xwe nekiriye lewma me hêj biryarek nedaye.” Mûrat Emîr jî bersiva “ev agahî xelet in” da.    Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê bi rojeva serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bicive. Nîqaşên ser helwesta CHP’ê berdewam in.    Rojnameya Sozcuyê ku ji destpêka pêvajoyê heta niha bi weşanên xwe yên dijber tê zanîn, îro bi manşeta “CHP naçe cem Apo” derket. Lê ev agahî hate derewandin. Di nûçeyê de hat îdiakirin ku Serokwekîlê Koma CHP’ê û endamê komîsyonê Mûrat Emîr û endama komîsyonê Gokçe Gokçen li dijî çûna serdanê ne.    'EV AGAHÎ ŞAŞ IN’   Li ser vê yekê me li ser telefonê xwe gihand Mûrat Emîr. Emîr, tenê got “ev agahî şaş in.” Gokçe Gokçen jî got: “Me hêj civîn nekiriye. Lewma me hêj biryar nedaye.”    MA / Mehmet Aslan