Aydin: Biryara CHP’ê dê ji bo wê û demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke 2025-11-21 16:17:01 AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin diyar kir ku biryara neçûna serdana Îmraliyê ya CHP’ê dê hem ji bo wê hem jî ji bo demokrasiya Tirkiyeyê rê li ber pirsgirêkan veke û got diviyabû CHP’ê ji rabûrdiya xwe ders bigirta.    Serokwekîlê Koma CHP’ê Mûrat Emîr ragihand ku CHP dê nûnerên xwe neşîne Îmraliyê.  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin têkildarî biryara CHP’ê axivî. Aydin, diyar kir ku biryara CHP’ê ji hêla pêvajoyê ve krîtîk bû û biryara neyînî dê bandoreke nebaş li pêvajoyê û rola siyasetê ya CHP’ê bike.    Bi domdarî Aydin anî ziman ku helwesta CHP’ê dibe ku têkildarî pêvajoya aştiyê bi xwe re encamên neyînî bîne û wiha pê de çû: “Ji bo civakîbûna aştiyê, CHP girîng e. Lewma hêvîdarim ji vê biryara xwe vegerin. Em operasyonên li dijî CHP’ê jî şermezar dikn. Pêvajoya çareseriyê dê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng be. Lewma desteknedayîna CHP’ê, li gorî min dê bi xwe re encamên siyasî yên neyînî bîne.”    ‘DIVIYABÛ JI RABÛRDIYA XWE DERS BIGIRTA’   Aydin, biryara CHP’ê ya di dema rakirina parêzbendiyan de jî bi bîr xist û wiha axivî: “Girîng e ku mirov bo xwe ji rabûrdiyê dersan bigire. Ya girîng ew e ku mirov êdî van xeletiyan dubare neke. Çareseriya pirsgirêka Kurd ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê girîng e. Ev 100 sal in bi feraseta ewlehîperestiyê nêz dibin û vê jî rê li ber trajedî û binpêkirinên mezin vekir. Lewma jî helwesta CHP’ê xelet e.”    HELWESTA CHP’Ê   Têkildarî helwesta CHP’ê jî Aydin ev tişt anî ziman: “Ev ne tenê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê lê ji bo CHP’ê jî dê rê li ber pirsgirêkan veke. Sed salên dawî yên Tirkiyeyê li gorî meseleya Kurd teşe girt. Ev pêvajo bi awayekî dij-demokratîk hate meşandin. Lewma jî nêzikatiya CHP’ê ya li dijî meseleya Kurd, zirareke mezin dide nasnameya wê ya sosyal demokrat. Li gorî min dê ev helwest zirareke mezin bide nasnameya CHP’ê.”    MA  / Fethî Balaman