'Ji bo kirêya xwe bidin eşyayên xwe difiroşin' 2025-11-22 09:44:44   WAN- Li Wanê esnafekî ku amûrên kevn difiroşe têkildarî şert û mercên xizaniyê de wiha got: "Piraniya kirrîgerên tên cem me, ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin makîneyên xwe, qoltixên xwe difiroşin. Hin dayik erebokên pitikên xwe difiroşin, ji bo mama bikirin."    Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Piraniya welatiyan ji bo pêdiviyên xwe dabîn bikin, amûrên kevn dikirin û hin ji wan jî nikarin yên kevn jî bikirin. Li Wanê esnafên ku amûrên kevn difiroşin, anîn ziman ku mirov êdî nikarin amûrê kevn jî bikirin.    Kemal Talaş ê ku amûrên molbûlyayê yên kevn difiroşe anî ziman ku bi hatina zivistanê re mirov di warê aborî de zehmetiyê dikişînin. Talaş got: "Mirovên li mexazeyên mezin nikarin heman amûrê bi fiyetekî duqat zêde bikirin, tên li cem me bi fiyetê nîvînîvî dikirin. Lê hin kes hene nikarin amûrên kevn jî bikirin. Hin kes hene ji mecbûrî eşyayên mala xwe difiroşin. Mesela, gava mirov mala xwe bar dikin ji ber ku nikarin heqê veguhastinê bidin eşyayên xwe difiroşin. Mirov ji ber vê krîzê pir zehmetiyê dikişînin. Mirov nikarin dolabeke nû bikirin. Nikarin ji zarokên xwe re nivîneke nû bikirin. Tên vir ên kevn dikirin. 6 sal in vî karî dikim. Karç me berê baştir bû. Mirov ji bo mala xwe nû bikirana eşyayên xwe yên kevn difirotin û yên nû dikirîn. Lê niha wiha nakin."    Huseyîn Dag ê ku bi salan e pêlav û kincên kevn difiroşe, anî ziman ku mirov berê bêtir tişt dikirîn. Dag got: "Mirov êdî nikarin ên kevn jî bikirin. Mirov êdî pêlavên xwe yên qetiyayî gelek caran tamîr dikin. Heya ji destê me tê em bi erzanî difiroşin. Ên nikarin bikirin jî, carinan ez belaş didim wan. Rewşa mirovan pir xirab bûye."    ‘MIROVÊN NIKARIN HEQÊ KIRÊYA XWE BIDIN EŞYAYÊN XWE DIFIROŞIN'   Ûlaş Dûrsûn ê 23 sal in eşyayên kevn difiroşe bilêv kir ku berê rewşa karê wan baş bûye û got: "Tekane sedema xirabbûna karê me krîza aborî ye. Mirovên ku berê mala xwe bi 2 hezaran radixistin, niha bi 60 hezarî tenê dikarin du parçe eşya bistînin. Eşyayên nû êdî pir biha ne. Ji ber vê mirov tên cem me. Kesên rewşa wan baş nayên, lê yên xirab tên. Hin kirîger ên tên cem me ji ber ku nikarin kirêya xwe bidin makîneyên xwe û qoltixên xwe difiroşin. Hin dayik erebokên pitikên xwe difiroşin, ji bo mama bikirin."