Rojnameya Ronahiyê dîsa dest bi weşana çapkirî kir 2025-11-23 14:10:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Ronahiyê ku ji ber pirsgirêkên teknîkî navber dabû weşanê, ragihand ku dîsa dest bi çapê kirine.  Rojnameya Ronahî ku ji ber pirsgirêkên teknîkî 3 hefte navber da weşana xwe, îro ji nû ve dest bi çapkirin û belavkirinê kir. Rojnameyê, di 1’ê Mijdara 2025’an de ji ber pirsgirêka teknîkî ragihandibû ku nikare çapa xwe ya kaxizî bi awayekî demkî çap bike.   Îro bi zimanên Erebî û Kurdî hate weşandin. Di vê heyama rawestandinê de, Desteya Edîtoriyê nûçe û dosyayên xwe li ser malpera xwe ya fermî û platformên civakî diweşandin.    Rojname, hefteyê 6 hejmaran bi zimanên Erebî û Kurdî derdixe, ji wan 2 hejmaran di rojên yekşem û çarşemê de çap dike û hejmarên din jî li ser malpera xwe ya fermî diweşîne. Yên dixwazin dikarin li ser vê lînkê xwe bigihînin malpera fermî ya rojnameyê: https://ronahi.net