Encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket 2025-11-24 15:16:11 ENQERE - Tedawiya rojnameger Huseyîn Aykol didome û hat diyarkirin ku encama testa xwînê ya Aykol nepaqij derket lewma ji xwarinê bûye.   Rojnameger Huseyîn Aykol dema li mala xwe ya li Enqereyê, di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê. Tedawiya Aykol a li vir didome. Piştî du emeliyatên hatin kirin, di sîhên Aykol de enfeksiyon derket û niha li beşa çavdêriya awarte tê dermankirin. Bijîşkên Aykol got ku niha jî di sîhên Aykol de bakteriyeke nû çêbûye.   Li gorî agahiyên bijîşkê Aykol dan, li gel bakteriyê her wiha xwîna wî jî paqij nîne lewma ji xwarinê hatiye kirin. Bijîşk, got ku sedema nepaqijbûna xwîna Aykol nizanin û sedema wê vedikolin.    Xetereya li ser jiyana Aykol didome.