Şandeya Komîsyona Meclisê ji Îmraliyê vegeriya 2025-11-24 17:52:16   ENQERE - Komîsyona Meclisê ya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji Îmraliyê vegeriya. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê, piştî ku li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, ji giravê vegeriya. Di şandeya ku ji aliyê Komîsyonê ve hatibû destnîşankirin de, Serokwekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Yayman cih digirin. Têkildarî hevdîtinê daxuyaniya şandeyê tê payîn.