Qala tora fihûşê ya li Licê kir 2025-11-25 09:17:36 AMED - Jina ku ji ber gefa girtina birayê xwe ketiye tora fihûşê, qala tora fihûşê ya li Licê kir û bangî rêxistinên jinan kir.  Li Kurdistanê zêdebûna torên fihûş û madeyên tiryakê, bi destê û piştgiriya karmendên dewletê, balê dikişîne. Li navçeya Licê ya Amedê ku van demên dawîn bi mirin û întiharên biguman ên jin û zarokan dikeve rojevê, tora ku jinên ciwan û zarokan ber bi fihûşê ve dikişîne, derket holê.   Li gorî agahiyên ku gihîştine ajansa me, tora fihûşê ya ji 5 kesan, jê 1 jin û 4 mêr, jinên ciwan bi rêyên curbecur, bi rêya wêneyên wan ên bidestxistî, ber bi fihûşê ve dikişîne. Çeteya fihûşê ya ji B.M., E.P., S.A. û O.A. û jina bi navê R.M. pêk tê, bi taybetî parkên navenda navçeyê bi kar tîne. Parkên Hasan Yilmaz, Hînke û Umît Çelîk wekî cihên xistina tora fihûşê û cihên hevdîtinê tên bikaranîn. Întiharên ku van demên dawîn li navçeyê zêde bûne, jî bi vê torê ve tên girêdan.   Jina ku ji aliyê çeteyê ve ketiye nava tora fihûşê û ji ber ewlehiya jiyana xwe ji navçeyê reviyaye û li bajarekî din bicih bûye, nexwest navê wê eşkere bibe û tiştên ku jiyaye û tora fihûşê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re got.   BI GEFAN VE XISTIN TORÊ   Jina ku anî ziman ku nêzî salek berê birayê wê ji ber sûcekî edlî hatiye binçavkirin û piştre polîsan avêtine ser mala wan, diyar kir ku ji ber tu delîl li malê nehatine dîtin, birayê wê hatiye berdan. Jinê got, B.M. ê ku di heman demê de pê re ketibû têkiliyê û piştre fêhm kir ku endamê tora fihûşê ye, gotiye ku delîlên girtina birayê wê di destê wî de ne. Jinê diyar jir ku B.M. van vîdeo û delîlan şandiye û ji wê re wêneyên nemunasib xwestiye û ev tişt got: “Digot, ‘heke tu wêneyên ku ez dixwazim ji min re neşînî, tu neyê cem min, ez ê birayê te bidim girtin.’ Ji ber vê gefê, min carekê qebûl kir. Piştî ku min qebûl kir, berdewamiya wê jî hat. Her tim dest bi xwestina wêneyan kir.”   BIRAYÊ WÊ REVANDIN   Jinê diyar kir ku B.M. ew bi parvekirina wêneyên wê bi malbat û derdora wê re gef li wê xwariye û destdirêjiya xwe domandiye. Jinê got ku gef û destdirêjiya B.M. bûye sîstematîk, şevan bi çekan li dora mala wan geriyaye û herî dawî jî gef lê xwariye ku wêneyên wê bide E.P. ê di tora fihûşê de.   Jinê destnîşan kir ku B.M. ê ku di meha gulanê de dîsa bi çekê li derdora wê digeriya, birayê wê yê 17 salî revandiye û ji bo ku birayê xwe xilas bike, neçar maye tecawizê qebûl bike. Jinê anî ziman ku tevî guhertina hejmara telefona xwe jî ji tacîzên B.M. xilas nebûye.   BI DEWLETÊ RE DIXEBITIN   Jinê destnîşan kir ku ew tenê neketiye tora vê torê, herî kêm 8 jinên din ên ku ew navên wan dizane jî li navçeyê bi heman awayî rastî tacîz û tecawizê hatine. Jina ku ji ber ewlehiya jiyana xwe û malbata xwe ditirse ku ji bo tiştên ku hatiye serê wê serlêdanê li dadgehê bike û ji ber vê yekê bajar guhertiye, rave kir ku endamên tora fihûşê bi karmendên dewletê re jî dixebitin, ji ber vê li hemberî van êrişên ku ji aliyê gelek kesan ve tên zanîn, ti tevdîr nayên wergirtin.   BANGA LI RÊXISTINÊN JINAN   Jinê diyar kir ku tacîzên B.M. didomin û bang li parêzvanên mafan, nexasim rêxistinên jinan ên li bajêr kir ku li dijî tora fihûşê ya li navçeyê tê hatiye avakirin, têbikoşin û piştgiriyê bidin wan.   SIBÊ: Endama jin a torê, mêran dike Sîxur   MA / Heval Onkol