Bahçelî: Serdana komîsyonê ya Îmraliyê geşedaneke dîrokî ye 2025-11-25 11:55:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, serdana komîsyonê ya bi Abdullah Ocalan re weke geşedaneke dîrokî nirxand û got: “Muxatabê herî cidî li Îmraliyê ye.”  Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Bahçelî, serdana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demkrasiyê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re weke geşedaneke dîrokî nirxand.    Bahçelî, diyar kir ku Tirkiye di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Tirkiye bi xwevekişandina qalikê xwe, bi temaşekirina geşedanên kûrewî û herêmî nikare îstîqameta sedsala nû xêz bike.”    ‘MUXATABÊ HERÎ CIDÎ LI ÎMRALIYÊ YE’   Di berdewamê de Bahçelî, bal kişand ser hevdîtina duh komîsyonê bi Abdullah Ocalan re kirî û got: “Muxatabê herî cidî yê pêvajoya ‘Tirkiyeya bêteror’ l Îmraliyê ye.” Bahçelî, serdana komîsyonê weke geşedaneke dîrokî nirxand û spasiya endamên şandeyê kir.    BAL KIŞAND SER YEKITIYA KURD Û TIRKAN   Bi domdarî Bahçelî, daxuyand ku lêgerînên di pêşerojê de li pêşiya wan disekinin û got: "Têkoşîna me miletê me esas digire û têkoşîneke ji bo yekitiyeke mezin e. Ji bo hevhembêzkirineke mezin a welat esas digire ye. Di vê çarçoveyê de roja ji her demê bêhtir a yekitî û piştevaniyê ye. Dibe ku kesên cuda difkirin hebin. Lê heke mijara behsa xeberê berjewendiyên welatê me bin, ji bilî hevgirtinê tu vebijêrkên me nînin. Heke mijar Tirkiye be, divê em cudahiyên xwe bidin aliyekî û bibin yek. Em ê destûrê nedin kesên hilweşîner. Em ê guh nedin îstîsmarkaran. Em ê rê nedin tehrîkan û em ê bibin yek û hev hembêz bikin. Kurd û Tirk em ê bibin yek deng û yek nefes.”