Edemen ê 31 salan di girtîgehê de ma, jiyana xwe ji dest da 2025-11-26 12:12:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Mehmet Emîn Edemen ê ku 31 salan di girtîgehê de ma û di sala 2023'yan hat berdan, jiyana xwe ji dest da.   Mehmet Emîn Edemen (61) ê ku di sala 1992'yan de li Sêrtê hatibû girtin û Tebaxa 2023'yan ji Girtîgeha Gîresûnê hatibû berdan, şevê din li nexweşaneyeke taybet a Êlihê jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW); Mehmet Emîn Edemen beriya 20 rojan dema li Meletiyê li mala kurê xwe bû, xwîn rijiyabû ser mêjiyê û ji ber vê ji bo dermankirinê sewqî Êlihê hatibû kirin. Edemen tevî hemû mudaxileyên tibî jî şevê din jiyana xwe ji dest da.   Malbata Edemen û rêveberên DEM Partiyê û DBP'ê yên Sêrt û Êlihê cenaze wergirtin û derengiya şevê birin li Goristana Sumerê ya li navçeya Misircê ya Sêrtê veşartin. Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê, Hevşaredarên Misircê, rêveberên partiyan û gelek kes tev li merasîma veşartina cenaze bûn.   Ji bo Mehmet Emîn Edemen li Mala Şînê ya Seyîd Hecî Yûsûf Yavûz a li taxa Kulturê taziye hatiye danîn.   MEHMET EMÎN EDEMEN KÎ YE?   Mehmet Emîn Edemen, di sala 1992'yan de li navçeya Misircê ya Sêrtê hat girtin û 15 salan li Girtîgeha Sêrtê ma. Piştre demekê ji ber nexweşiyên xwe li Girtîgeha Amedê ma. Edemen herî dawî li Girtîgeha Gîresûnê ma û ji wir di Tebaxa 2023'yan de serbest hat berdan.