‘Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re nîşaneya şikestina di paradîgmaya dewletê de ye’ 2025-11-27 10:37:04 MÊRSÎN - Serokê Şaxa ÇHD’a Mêrsînê Îsmaîl Bozkurt, diyar kir ku hevdîtina komîsyonê ya li Îmraliyê nîşaneya şikestina paradîgmaya dewletê ye û got: “Lewma divê şertên tecrîdê yên Abdullah Ocalan bên bidawîkirin.”  Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Mêrsînê Îsmaîl Bozkurt, têkildarî serdana komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û geşedanên di pêvajoyê de nirxand. Bozkurt, hevdîtina komîsyonê weke nîşaneya şikestina paradîgmaya dewletê nirxand û got: “Ev hevdîtin dereng vema lê qonaxeke mecbûrî bû. Nîşaneya cîbickirina daxwaza tevgera siyasî ya bi salan e. Bi vê yekê re dewletê Abdullah Ocalan weke tekane navnîşana çareseriyê nîşan da. Divê berdewamiya wê hebe.”     Di berdewamê de Bozkurt anî ziman ku bi hevdîtinê re baweriya gelê Kurd a bi pêvajoyê re jî xurttir bû. Bozkurt, tevlibûna CHP’ê ya hevdîtinê jî weke kêmasî nirxand. Bozkurt, got: “Ji vir şûnde dê helwesta muxalefetê diyarker be. CHP niha partiya yekemîn e û divê biqasî îktîdarê aktor be. Heta niha gavên erênî avêt lê li şûna di mijara hevdîtina Îmraliyê de gavekî dîrokî biavêje, xwe paşve kişand. Di esasê xwe de bi vê hevdîtinê re li ser navê Tirkiyeyê şikestineke mezin çêbû.”    'HECEHÎ BI VERASTKIRINÊN ZAGONÎ HEYE’   Bozkurt, bi lêv kir ku hevdîtin ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn erênî bû û axaftina xwe wiha qedand: “Divê êdî verastkirinên zagonî yekser bên kirin. Divê Abdullah Ocalan di şertên azadtir de bixebite û ev jî mifteya serkeftina pêvajoyê ye. Hewceye şertên tecrîdê yên Abdullah Ocalan tavilê bên bidawîkirin. Jixwe beriya pêvajo dest pê bike jî soza bidawîkirina tecrîdê û verastkirinên têkldarî mafê hêviyê dabûn. Hewceye gavên hiqûqî bên avêtin. Divê TMK bi temamî were rakirin nexwe mimkûn nîne pêvajo bi ser keve. Qanûna înfazê ya heyî divê were guherandin û TMK bê rakirin. Di qanûna înfazê de divê wekhevî hebe, tehliye bi keyfî neyên taloqkirin. Heke newekheviya di zagonana de were rakirin û TMK were betalkirin, bêyî ku verastkirineke qanûnî were kirin Abdullah Ocalan dikare were berdan.”    MA / Abdulkadîr Ayten - Mehmet Guleş