Cînayeta belavkarê rojnameyê Işik 32 sal in nehatiye ronîkirin 2025-11-27 10:53:00 WAN - Bi ser qetilkirina belavkarê rojnameyê Adnan Işik re 32 sal derbas bûn lê hêj jî cînayet nehatiya ronîkirin.    Bi ser qetilkirina belavkarê rojnameya Ozgur Gundemê û kovara Ozgur Halkê Adnan Işik re 32 sal derbas bûn. Işik, di sala 1991’ê de tevî malbata xwe ji gundê Tûmê yê navçeya Seravê ya Wanê koçî navenda bajar kiribû. Li bajarên cuda jî di karên înşaetê de xebitî. Işik, demek piştre vegeriya bajêr û di Lokala Avahîsaz û Endezyaran a Wanê de dest bi garsoniyê kir. Belavkarê Ozgur Gundemê Orhan Karaagar di 19’ê Çileya 1993’yan de hate qetilkirin. Li ser vê yekê Işik biryara xebatê dabû û bûbû belavkar. Işik, kolan bi kolan, mal bi mal dest bi belavkirina rojnameyan kir û gelek caran gefa kuştinê lê hate xwarin. Gelek caran jî hate binçavkirin û îşkence lê hate kirin lê dîsa jî dest ji karê xwe berneda.    JI WALÎ RE HATE GOTIN LÊ TEVDÎR NEHATIN GIRTIN   Işik, ji derdora xwe re got ku wesayîteke bi marka Torosê her tim wî dişopîne, plakaya wesayîtê bi rojnameyê û gelek derdorên cuda re parve kir. Xebatkarên Çapemeniya Azad bi waliyê Wanê yê wê demê Mahmût Yilbaş ku navê wî di gelek bûyerên tarî de derbas dibû re hevdîtin kirin. Yilbaş jî got ku dê bi bûyerê re eleqedar bibe. Lê li gorî agahiyên piştre derketin holê, Yilbaş têkildarî vê wesayîtê tu kirariyek nekiriye. Işik, çendek roj piştî hevdîtina bi Yilbaş re, di 26’ê Mijdara 1993’yan de ji buroya rojnameyê derket û ji bo biçe malê li otobûsê siwar bû. Işik ku li meydana Taxa Erekê ji otobûsê paya bû, li vir rastî êrişa çekdarî hat. Li gorî agahiyên şahidên bûyerê dan, kesên êrişî Işik kirin, li wesayîta Torosê ya spî ku 50 metreyan dûrî cihê bûyerê bû siwar bûn û reviyan.    FAÎL NEHATIN DÎTIN    Işik, piştî êrişê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê. Lê ji ber ku derfetên mudaxileyê nebûn, xwestin sewqî nexweşxaneyeke li Enqereyê were kirin. Lêbelê bi hinceta “muxalefeta hewayê” ev sewq nekate kirin. Işik, di 27’ê Mijdara 1993’yan saet derdora 11.00’an de jiyana xwe ji dest da. Piştî Işik, malbata Işik gelek caran ji bo girtina faîlan kete nava hewldanê lêbelê ji lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê tu encamek derneket û dosya hate jibîrkirin.