Dîlan Karaman bi tilîliyan hat definkirin 2025-11-28 15:01:57   WAN – Jinan di merasîma definkirina Dîlan Karaman a ku bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da, tabûta wê hilgirtin û wê bi tilîliyan ve defin kirin.   Ji bo şêwirmenda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Dîlan Karaman a ku bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest da,  li bajarê wî yê Wanê merasîma cenaze hat lidarxistin.    Cenazeyê Dîlan Karaman a ku duh êvarê ji Amedê birin Wanê, piştî limêja nîvro li Goristana Akkopruyê hat definkirin. Tabûta Dîlan Karaman a ku bi laçika binefşî û rengên kes û sor û zer ve hat pêçandin, ji aliyê jinan ve hat hilgirtin.    TEVLIBÛNA GIRSEYÎ   Tevî heval û malbata Dîlanê, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dayikên Aştiyê, hevşaredar, rêxistinên DEM Partî û DBP'ê tevli merasima cenaze bûn.   Jinan di merasîma cezane de peyama xwe ragihandin ku ew ê dev ji şopandina mirinên biguman bernedin.     Malbatê şînê li Mala Şînê ya Camiya Navendê deyne.