‘Girtiyên nexweş berdin, binpêkirinan bidawî bikin’ 2025-11-28 16:17:45   EDENE – Platforma Saziyên Demokratîk, daxwaza bidawîkirina binpêkirinên li girtîgehan, berdana girtiyên nexweş û qebûlkirina mafê hêviyê kirin.   Platforma Saziyên Demokratîk ên li Edene û Mersînê, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li pêşiya Girtîgeha Hejmar 1 a Sulucayê daxuyanî  li dar xist. Di daxuyaniyê de nûnerê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Edeneyê Azîz Sari, diyar kir ku di girtîgehên tîpên S û Y ên “tîpa bîrê” ku di salên dawî de hatina avakirin de, girtî hatine tecrîdkirin û bi mercên derê mirovahiyê re rû bî rû mane. Sari, di daxuyaniyê de ev tişt got: “Ev sepan, ji bo cezakirina girtiyan tabut in. Mafê jiyanê yên girtiyan bin pê dikin û polîtîkayek sîstematîk a îşkenceyê ne.     ‘BILA TAVILÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ BICIHANÎN’   Sari, destnîşan kir ku gelek girtiyên ku cezayê xwe xelas kirine bi awayeke keyfî tehliyeya wan ji aliyê Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê ve tên astengkirin û wiha pê de çû: “Lijne, veguherîne dadgehên paralel ên fermanên desthilata siyasî pêk tînin. Em careke din dibêjin ji bo aştiyeke birûmet divê mafê hêviyê bê bicihanîn û astengiyên li pêşiya tedawiya girtiyan û Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê bên rakirin. Girtîgeha Hejmar 1 a Suluca û tîpên S, Y û YHC tavilê bên girtin.”   ‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN BINPÊKIRINAN’   Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan ê ku qala hevdîtina xwe ya bi girtiyan re kir û bangî Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç kir û ev tişt got: “Hûn dibêjin Tirkiye dewleta hiqûqê ye. Ger hûn bixwazin ku li girtîgehan çi diqewimin, werin vir. Girtîgeha Sulucayê li vir; wek me bi girtiyan re hevdîtinê bikin, bi îdareyê re hevdîtinê bikin û pirsgirêkê çareser bikin.”