Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hate kirin 2025-12-01 09:30:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barînên zêde kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo Herêma Serhedê, derdora Sêrtê û Edeneyê hişyariya barînên zêde kir. Li gorî raporê; dê li Sêrtê barînên zêde, li Erzirom, Qers û Wanê jî şilope û berf bibare. Her wiha li bendê ye ku li herêmên navîn ên Herêma Serhedê jî germahî biqasî 2-4 pileyan bikeve.    Midûriyetê, li dijî rewşên weke cemed û qerisînê hişyarî da xelkê bakurê Herêma Serhedê.