Bakirhan: Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pirsgirêk ber bi zemîneke siyasî ve bir 2025-12-02 12:59:13 ENQERE - Tûncer Bakirhan diyar kir ku hevdîtina komîsyonê bi Abdullah Ocalan re misoger nekiriye ku pirsgirêka Kurd bigihêje bingeheke siyasî ya xurt û got: "Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin."     Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma Meclisê ya partiya xwe de rojevê nirxand.    Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand ser mirina biguman a xebatkara partiyê Dîlan Karamanê ku li Amedê jiyana xwe ji dest da û sersaxî ji malbata wê re xwest.   Bakirhan destnîşan kir ku salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê bibîr xist ku 31 sal berê hatibû bombekirin û xebatkarên çapemeniyê yên jiyana xwe ji dest dane bibîr anî. Bakirhan behsa rojnamevan Huseyîn Aykol jî kir ku niha li beşa lênêrîna awarte tê dermankirin û got: "Huseyîn Aykol gotibû, 'Wê rojê, wan bêyî hay jê hebin, tiştek kir. Wan me ji rojnameyekê veguherand kevneşopiyeke rojnamevaniyê. Ji niha û pê ve, çi bikin bila bikin, ev rêwîtî dê bênavber berdewam bike.' Bi rastî, tam wekî ku hevalê me Huseyîn Aykol gotiye, qewimî. Di vê navberê de, ez ji Huseyîn Aykol re şifayê dixwazim. Ew demeke dirêj e li nexweşxaneyê ye. Ez hêvî dikim ku ew demildest qelema xwe hilde û bi hevkarên xwe re li ser rojeva rastîn a Tirkiyeyê binivîse."   ROMAN TÊN VEDERKIRIN   Bakirhan bal kişand ser Romanên ku di civîna komê de amade bûn jî û diyar kir ku ew di nav gelên herî kevnar ên vê axê de ne. Bakirhan diyar kir ku Roman bi neheqiyeke mezin re rû bi rû ne û got: "Ew bi awayekî sîstematîk tên xizankirin. Şaredarî li taxên wan xizmetê nakin. Zarokên wan di dibistanan de dişînin polên cuda. ​​Serlêdanên kar ji ber paşnavên wan tên astengkirin. Lê dîsa jî deriyên Romanan ji bo her kesî vekirî ne. Deriyên ku ji wan re vedibin tên girtin. Ji xwestina nasnameyê bigire heya nivîsên li ser kargehan ên wekî 'Roman nikarin têkevinê', bi darê zorê derxistina ji xaniyan bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin."    DAXWAZÊN JI BO ASTENGDARAN   Bakirhan her wiha bal kişand ser şaredariyên ku qeyûm tayinî wan hatine kirin û diyar kir ku berî tayînkirina qeyûman, wan ji bo astengdar û extiyaran daîre ava kirine lê bi tayînkirina qeyûman re, xizmetên ku ji hêla van daîreyan ve dihatin kirin hatine rawestandin. Bakirhan got: "Di hiş, raman û polîtîkayên wan de tu astengî tune; ne Roman hene, ne Elewî hene, ne Kurd hene. Kesên hatine vederkirin qet tune ne. Daxwaza me der barê mijara kesên astengdar de pir zelal e. Em daxwaz dikin ku peymana mafên astengdaran were bicîhanîn. Em daxwaz dikin ku mewzûata xwegihandinê ku 20 sal in tê taloqkirin, pêk bê. Em daxwaz dikin ku kotayên kar ji bo kesên astengdar bigihînin ji sedî 10. Em daxwaz dikin ku pergaleke dahata hemwelatîbûnê ya bingehîn bê avakirin. Em daxwaz dikin ku zimanê îşaretan wekî beşeke ji polîtîkaya me ya pêşkêşkirina xizmetan bi zimanê dayikê were naskirin û bi destûra bingehîn were garantîkirin. Em daxwaz dikin ku ji bo hemû saziyan wergêrên zimanê îşaretan werin peydakirin."   BUDÇEYA JI BO ASTENGDARAN   Bakirhan anî ziman ku ji sedî 13'ê nifûsa Tirkiyeyê astengdar in û got ku di sala 2026'an de ji bo astengdaran tenê bi rêjeya 1,2 budçe hatiye veqetandin. Bakirhan ku bertek nîşanî vê da got ku divê budçeya ji bo astengdaran ji sedî 10 be.    ‘JI BO AVAKIRINA AŞTIYÊ GAVEKE WÊREK E'   Bakirhan bal kişand ser hevdîtina komîsyonê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û got: "Hevdîtina bi Ocalan re hişt ku pirsgirêka Kurd bigihêje zeîmeneke siyasî ya bihêz. Ev jî destkeftiyek ji aqilê çareserker a li Tirkiyeyê ye. Niha dem hatiye ku em hiqûqa xwe ya biratiyê ji pevçûnê ber bi bingeheke qanûnî û demokratîk ve bibin. Beriya hevdîtinê deng û bay hebû. Dibe ku we ev dîtibe. Senaryoyên qiyametê hatin nivîsandin û xeyalkirin. Îcar çi qewimî? Dema ku şandeyek ku Komîsyona Meclisê temsîl dikir çû Girava Îmraliyê, gelo qiyamet rabû? Me çi winda kir? Ji ber vê yekê, ew qiyamet belesebeb hat rakirin. Berevajî vê, çûna wir li ser rêya aştiyê asteke girîng derbas kir. Ev gava wêrek a ji bo avakirina aştiya civakî hat avêtin dê zemîna çareseriyê bêtir xurt bike. Em bi vê bawer in."    ‘DÊ GIRTEKA HEVDÎTINÊ BI KOMÎSYONÊ RE BÊ PARVEKIRIN'   Bakirhan axaftina xwe wiha domand: "Komîsyon dê di 4'ê Kanûnê de dîsa bicive. Şandeya ku li ser navê komîsyonê çû Îmraliyê dê qeydên hevdîtinê bi komîsyonê re parve bike. Wekî ku hûn dizanin, em dişopînin. Birêz Ocalan qet tiştek ji raya giştî veneşartiye. Ew bi salan e dibêje ku divê hemû raman di bin şefafiyeta giştî de bin. Ji ber vê yekê, em daxwaz dikin ku qeydên Îmraliyê bi raya giştî re werin parvekirin, şefafî were misogerkirin û raya giştî karibe tiştên ku li wir hatine nîqaşkirin bibîne û bixwîne. Divê desthilat jî aştiya civakî hembêz bike û di vî warî de bêyî derengmayînê gavên qanûnî û îdarî bavêje. Ne gotin, dem dema gavên pratîkî ye."    BERPIRSIYARÎ YA MECLISÊ YE   Bakirhan bilêv kir ku Tirkiyeyê ji bo aştiyê gotina xwe gotiye û got: "Û êdî dem dema pêkanîna van gotina ye. Ya girîng ew e ku gavên ji bo peymana civakî ye. Niha berpirsiyarî ya Meclisê ye. Ez bang li hemû partiyan dikim ku tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bikin."    Bakirhan bertek nîşanî Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî da û got: "Wer xuyaye birêz Ozel, ji kursiya lijneyê teşxîsa 'Sendroma Stoxkholê' ji bo me daniye. Dibêje 'Nebin evîndarê celadê xwe.' Em jî dipirsin; Gava em li meclisê ji bo aştiyê li ser qanûnê nîqaş dikin û her hevalek me li kuçeyan ji bo aştiyê dixebite, çima hûn ji ser kursiyê gelekî biçûk dixînin? Ji dêvla gotin ji bo çareseriyê bên kirin, gotinên erzan û şerên bêwate bêsiyasetbûyîn e. Em partiyeke wiha ne ku siyaseta demokratik esas digirin û danûstendinê esas digirin."    Her wiha Bakirhan bal kişand ser 11'emîn Pakêta Darazê jî û got ku di vê pakêtê de Kurd, şoreşger û rojnamevan tune ne.   'BILA ÎLHAM EHMED BÊ TIRKIYEYÊ'   Bakirhan bal kişand ser konferansa navneteweyî ku dê dawiya vê hefteyê ji aliyê partiya wan ve bê lidarxistin û got ku Îlham Ehmed jî vexwendiyê konferansê ye lê hê der barê serlêdana ji bo hatine wê de bersivek wernegirtine. Bakirhan got: "Bila Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê, bila ew der barê Sûriyeyê de û yên pirsên wan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hene bipirsin. Bila fikarên xwe bînin ziman. Rûnên, biaxivin û li hev bikin. Dîplomasî ji bo çi heye? Diyalog ji bo çi heye? Helbet ji bo vê heye. Reva ji çareseriyê, negirtina bi destê Kurdan û rabûna li ber destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê bi kêrî kesî nayê. Ji bo hatina Tirkiyeyê ya Îlham Ehmedê, divê desthilat helwesteke hêsanker bide der."